Gulderen Varli: Yekane pirsa me 'Çi bi Rojînê’ hat

  • 09:06 24 Mijdar 2025
  • Rojane
Oznur Deger 
 
WAN - Gulderen Varli ya DEM Partîyî ku pêşnûmeyên wê yên der barê ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş ên dabûn meclîsê bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin wiha got: “Heta ku rayedar bersiva pisa ‘Çi bi Rojînê hat?’ nedin, berpirsên vê mijarê ne. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin."
 
Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Yek ji mînakên vê ya ku saleke mirina wê ya biguman nehatiye ronîkirin Rojîn Kabaîş e. Tevî hemû binpêkirinên di rayagiştî de hatine dîtin jî yek carekê îfadeya rektorê zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Hamdullah Şevlî nehat girtin. Her wiha biryara veşartinê ya li ser dosyayê didome. Ev saleke pirsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ tê pirsîn. Yek ji kesên ku vê pirsê dipirse û gelek caran pêşnûme daye meclîsê Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli ye.
 
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli der barê mijarê de axivî.
 
‘Yekane pirsa em dipirsin ‘Çi bi Rojînê’ hat’
 
Gulderen Varli da zanîn kev saleke heqîqeta der barê Rojînê de derketiye holê û gelek pirsnîşan hene. Gulderen Varli balkişand ser îhmalkariya zanîngehê û wiha anî ziman: “Piştî windabûn û dîtina cenazeya Rojînê pêvajoyekê destpê kir û saleke dosya di asta lêpirsînê de ye. Rayedar di mijara kesên ku îhmalkariya wan heye de berpirsyariyê nagirin ser xwe. Bi rayagiştî re nehat parvekirin ku çi bi Rojînê hatiye. Ji ber vê jî refleksek civakî û wijdanî derket holê. Rayagiştî dibêje divê demildest heqîqet derkeve holê. Xwendekarên Zanîngehên ji bo Rojînê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Baro, siyasetmedar, hunermend, jin pirsa çi bi Rojînê hat dipirsin. Divê demildest ev bersiv bê dayîn û heqîqet derkeve holê.”
 
Gulderen Varli di berdewamiyê de da zanîn ku mirinên biguman yên zanîngehan bi Rojînê ne bi sînor e û wiha balkişand ser Gulistan Doku: “Pirsa ‘Çi bi Gulistan Doku hat?’ jî pir tê pirsîn lê bê bersiv tê hiştin. Mirina biguman a Îpek Er jî nehat ronîkirin. Rayedar vê aşkera nakin. Ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî ev tê jiyîn. Heta ku rayedar bersiva pirsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ nebersivînin berpirsê mijarê ne.”
 
Pêşnûme hatin redkirin
 
Gulderen Varli di dawiya axaftina xwe de got wek siyasetmedar heta niha 10 pêşnûme pirs dane û hemû bi dengên AKP-MHP’ê hatine redkirin. Gulderen Varli wiha dawî lê anî: “25’ê Mijdarê nêz dibe. Jin hêza rêxistinkirî ya têkoşînê datînin holê. Em jin tên gel hev û xeta têkoşînê dihûnin. 25’ê Mijdareke ku xeta me ya têkoşînê diyar dike pêşwazî dikin. Divê em ji bo hemû jinan bên gel hev.”