Doz li rojnameger Ceylan Şahînliyê hat vekirin

  • 13:30 19 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - Li rojnameger Ceylan Şahînliyê, bi hinceta ku beşdarî bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin bû, doz hat vekirin. 
 
Der barê rojnameger Ceylan Şahînliyê de ku beşdarî bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a ku di 23'yê Kanûna 2024'an de di êrişa bi SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin bû, îdianame hat amadekirin. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ku beşdarî bîranîna li Pirsûsê bû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê ve lêpirsîn  hatibû destpêkirin, piştî lêpirsînê bi sûcê "Muxalefeta li Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşan" der barê wê de îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Asliye ya Pirsûsê ve hat qebûlkirin.  
 
Ligel Ceylan Şahînliyê, bi heman hincetê der barê Hevserokê DBP'yê Amedê yê berê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê ya berê Hacer Ayhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî de îdianame hat amadekirin. 
 
Tê payin ku di rojên pêş de dîroka danişînê bê diyarkirin.