Kongra Star têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyaniyek da
- 13:46 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a navçeya Şêranê têkildarî dorpêça giran a li ser Kobanê û rewşa zarokan a li bajêr daxuyaniyek da.
Kongra Star a navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê têkildarî rewşa ku diqewime li Kobanê û gundewarên wê, bi taybet rewşa jin û zarokan û rewşa koçberan, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêş navenda Kongera Star a navçeya Şêranê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara a navçeya Şêranê Nisrîn Mihemed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 6`ê Çileya 2026`an de îlaneke qirkirinê ya hovane li ser îradeya gelan hat destpêkirin. Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Tebqa û Reqa pêla koçberiyê dest pê kir. Qirkirin, girtina esîran, şehîdxistina sivîlan û destdirêjiya li ser jinan û her wiha êrişa plana qirkirina jin û civakan xwestin îradeya jinan têk bibin. Ji ber zîhniyeta desthilatar û qirker a ku naxwazin îradeya jin û civakê derkeve pêş, ji ber jin azad bibe, wê civak azad bibe, ji ber vê heta termê rêhevalên me yê şehîd ji kavilan avêtin, keziyên rêhevalên jin birîn, destdirêjî li ser cenazeyê rêhevalên şehîd kirin. Ev diyar dike bê însanetiya wan li beramberî jin û civakê ev kiryar li pêş çavê hemû cîhanê raber bûn û tevahî rojava û taybet Kobanê êriş hatin kirin.
Kobanê hat dorpêçkirin, gundewarên Kobanê, bajarokên Çelebî hatin talankirin û hatin dagirkirin. Gel wek mertala zindî girtin. Ev kiryaran li pêş çavên hemû dinya hatin kirin. Wekî tê zanîn Kobanê tevahî mirovahiyê ji xeteriyê parast. Gelek berdêlên giran dan. Îro jî ev dorpêç li ser Kobanê gelek zor û zehmetiyan çêdike û heya niha berdewam dike. Av, kehrebe, înternet û pêwistiyên jiyanî hatin qutkirin. Her wiha êrişên li dijî mirovahiyê der heqê gelê Kobanê û gundewarên vê de tê kirin, bi taybet li milê başûrê Kobanê tê kirin.
Milet nikare vegere malên xwe, di nav dibistanan de dimînin û bi hezaran zarok ji xwendina xwe dûr dimînin. Em wek hereketa jinan pêşengen vê şoreşe ku hezaran rêhevalên me di oxira azadiyê de şehîd ketin û hezaran dayikan kezeba xwe diyarî vê şoreşe kir. Bû 14 sal em ser lingan in, heta wekheviyê û aramiyê li rûye erdê pêk bînin, ji bo ku hemû netewe û tevahî cîhanê di aramiyê de bijîn. Îro jî ev şerma herî mezin e ku Kobanê di vê rewşê de derbas dibe û bêdengiya cîhanê li hemberî bê însanetiya êrişên komên çete girêdayî Tirkiyeyê tên kirin.
Em ji bo raya giştî dibêjin, em ji bo jiyana azad û wekheviya gelan her tim amade ne, wê ramanên Rêbertî yên ku gelan tînin gel hev, dê di nav me de berdewam be.”







