Li Hesekê û Qamişloyê meş

  • 14:17 24 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - Bi pêşengtiya Kongra Starê, li bajarên Hesekê û Qamişloyê meş hatin lidarxistin. Di meşan de banga parastina destekftiyên şoreşa jinê û mafên jinan hate kirin. 
 
Kongra Star, ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan li Rojava, li bajarên Qamişlo û Hesekê bi dirûşma “Jin Şoreşa Rojava diparêzin” 2 meşên girseyî li dar xist.
 
Li Qamişloyê, meşê li Qada Osman Sebrî dest pê kir. Beşdaran pankartên ku banga parastina destkeftiyên şoreşa jinan û mafên jinan di destûrê de dikin, hilgirtin.
 
Li Hesekê jî meşê ji Çerxerêya Marşo dest pê kir û bi sedan jin beşdar bûn. Beşdaran alên YPJ’ê û pankartên ku banga parastina destkeftiyên jinan, xurtkirina hebûna wan di saziyên cuda yên civakê de dikin, bilind kirin.
 
Di her du meşan de jî jinan bal kişand ser parastina mafên jinan û destkeftiyên şoreşê.