26'Ê SIBATA 2026'AN

  • 11:00 26 Sibat 2026
  • rojev
* Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku aştî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina paradîgamayê wê bê avakirin û got: “Divê Birêz Ocalan azad bibe û demildest mafê hêviyê pêk bê. Heta aştî neyê vî welatî em ê têbikoşin. Aştî wêrekî, samimiyetê dixwaze.” BI DÎMEN
 
* Jin xebatên 8’ê Adarê didomînin û li dijî tundiya mêr-dewletê kolanan nîşan didin û wiha dibêjin: “Heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Em ê bi kevneşopiya berxwedana Rozayan, Sarayan li qadan bin.” BI DÎMEN 
 
*Navenda Piştevaniya Jinan a Sitiya Zîn 10 sal berê bi destê qeyûm hat girtin. Ji aliyê şaredariya Cizîrê ve li şûna wê niha Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu tê vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DBP’a Agiriyê Şîlan Turga balkişand ser nepêkhatina mafê hêviyê û got: “Mafê hêviyê mijareke mirovahî ye. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em behsa azadiya fîzîkî dikin. Birêz Ocalan pêşiya jiyana demokratîk û aştiyane vedike.”
DÎMEN HEYE
 
*Jinên Başûrê Kurdistanê yên di bin lepê şer, xizanî û tundiya mêr-dewletê de ne, di salên dawî de di 8’ê Adarê de li bajaran, kampan, çiyan berxwedanê mezin dikin. Li Şengalê jî bi pêşengiya TAJ’ê li dijî fermanê parastina cewherî hat pêşxistin, li Mexmurê li dijî ambargoyê dirûşmên ‘jin jiyan azadî’ deng dan. Jin Jiyan Azadî bi paradîgma azadixwaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat gel hev û 8’ê Adarê kir roja hesabpirsîn û roja azadiyê. DOSYA
 
*Parêzer Buşra Ozgultekin bang li baroyan û hemû pisporên hiqûqî kir ku beşdarî meşa ku ew ê sibehê li dar bixin bibin û daxwaza pêkanîna mafê hêviyê û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bikin. DÎMEN HEYE