Ma Muzîkê 9’emîn salvegera xwe pîroz kir

  • 21:56 1 Adar 2026
  • Çand û Huner
  
AMED – Ma Muzîkê 9’emîn salvgera salvegera xwe bi coşek mezin pîroz kir.
 
Ma Muzîkê bi minasebeta 9’emîn salvegera xwe pîrozbahî li dar xist. Pîrozbahiya ku li ÇandAmedê pêk hat, siyasetmedar û gelek kes beşdar bû. Beriya destpêkirina şahiyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Devrîm Demîr axivî.
 
Devrîm Demîr di destpêkê de behsa pêvajoya avakirina Ma Muzîkê kir û xebatên çandê yên ku heta vê rojê hatine kirin bibîrxist. Devrîm Demîr wiha got:“Di Konservatûara Aram Tîgran de nêzî 400-500 şagirt û 11 mamoste hebûn. Piştî ku ew der hat girtin û ji bo bê alternatif neminin me Ma Muzîkê ava kir. Ava kirina Ma Muzîkê ne bi tene bi 11 mamosteyan bi hemû kedkaran hat avakirin. Em vê 9 salî de bi piştgirî û piştevaniya we li ser piyan man. Ma Muzîk 9 salin bi baweriyek mezin heta vê rojê hat. Bi dehan şagirt perwerde dîtin û îro ew perwerdehiyê didin şagirtên nû. Divê em xwedî cihên wek Ma Muzîk, Zarok Ma, Navenda Çanda Dîcle Firatê derbikevin. Ji ber vê yekê divê em qadên xwe yên çandê mezintir bikin. Divê li her deverê Kurdistanê qadên çandê ava bikin. Bi hêviya gelek 9 salan.”
 
Devrîm Demîr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê û bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyek mezin dikeve ser qada çandê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Abdullah Ocalan jî bal kişand ser girîngiya çandê. Di hemû qadên têkoşînê de qada çandê bûye pêşenga berxwedanê. Ji ber vê yekê di Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê dikarin bibin pêşeng.”
 
Piştî axaftinê şahî bi sehne girtina şagirtên Ma Muzîkê û stranên gotin ve berdewam kir. Di şahiyê de kesên beşdar bûn demên xweş jiya.
 
Şahî herê dawî bi dayîna plaketan bi dawî bû.