Di doza Gulistan Dokû de 6 sal: Şîn, hêrs û lêgerîna edaletê
- 09:15 17 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Ji ber ku 6 sal in aqubeta Gulistan Dokû ne diyar e, li Dêrsimê windahiyek takekesî veguheriye trawmayek civakî. Li gorî Akademîsyen Prof. Dr. Gulnaz Karatay, ev pêvajo dibe sedema “şîna dirêj”, di heman demê de delîlên nû hem hêviya edaletê û hem jî hêrsa kûr di nav civakê de ji nû ve zindî dikin.
Bîra bajarekî ne tenê ji tiştên ku di rabirdûyê de qewimîne, lê di heman demê de ji hêla trawmayên ku ew nikare pê re rû bi rû bimîne ve jî tê teşekirin. 6 sal berê, windabûna Gulistan Dokû bû sedema ji nû ve zindîbûna trawmaya bi salan li Dêrsimê kom bûyî û ew ji windahiyek şexsî veguherand birînek civakî. Ev bûyer ne tenê lêgerînek ji bo edaletê ye; ew di heman demê de îfadeya xemgîniya neveşartî, çîrokên neqediyayî û hestekî domdar a bêewlehiyê ye. Tevî derbasbûna salan, berdewamiya nezelaliyê di bîra kolektîf a civakê de valahiyên kûr çêkiriye; ev valahî, di encamê de bi ezmûnên berê hatine dagirtin û girêdanek trawmaya kolektîf ava kirine. Îro, pêşketinên nû yên ku derketine holê ne tenê me nêzîkî rastiyê dikin, lê di heman demê de êşa tepeserkirî jî ji nû ve geş dike.
Profesor Dr. Gulnaz Karatay, akademîsyenek ku di warê tenduristiya derûnî ya civakê de dixebite, li ser doza Gulistan Dokû nirxandinan kir.
Gulnaz Karatay anî ziman ku Dêrsim di nav çerxek trawmayê de asê maye ku ji rabirdûyê heta niha dirêj dibe û bi berdewamî ji hêla pirsgirêkên heyî ve tê hilberandin û got, “Ji salên 60’an heta roja îro bûyerên bi vî rengî di demên cuda de dubare dibin. Ji ber vê yekê, dema nirxandina doza Gulistan Dokû, raya giştî têkiliyek rasterast di navbera bûyerên berê û yên niha de dît. Ji ber ku di derbarê windabûnên demdirêj û çaresernekirî de bîreke kolektîf a xurt heye, mirovan hewl dane ku valahiya ku ji ber vê dozê çêbûye ku cihê kesêkê winda 6 sal in nayê zanîn, bi karanîna ezmûnên xwe yên berê tijî bikin.”
‘Civaka Dêrsimê vê trawmayê dibîne’
Gulnaz Karatay diyar kir ku civakê hewl da ku vê pêvajoyê bi girêdana wê bi ezmûnên wekhev ên berê ve fam bike; li ser bingeha vê bîra kolektîf li ser tiştên ku dibe ku qewimîbin texmîn kir û ev tişt got, “Bi vî awayî, girêdanek trawmatîk a xurt bi rabirdûyê re hat avakirin. Nêzîkî 6 salan e, ne tenê jin, lê di heman demê de ciwan, kal û pîr, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan jî, hema bêje tevahiya civakê bi vê pirsgirêkê re dijî. Ev rewş li bajêr bi awayekî zelal tê dîtin û bi demê re di bîra kolektîf de cih girtiye. Bi rastî, doza Gulistan Dokû bi taybetî di bîra Dêrsimê de hatiye kolandin. Civaka Dêrsimê vê trawmayê dibîne û hewl dide ku şînê bigire. Bê guman, ji Amedê ye û hişyarî û hesasiyet heye; lêbelê, Gulistan Dokû niha wekî beşek ji Dêrsimê tê dîtin û trawmaya ku wê jiyaye bi wê bajarî ve tê girêdan. Ev bîr li Dêrsimê bi navkirina parkekê li ser navê wê hatiye bicihkirin. Lê belê pirsgirêka rastîn ji vir dest pê dike.”
‘Pêvajoyek bi navê ‘şîna dirêj’ çêdibe’
Gulnaz Karatay bi lêv kir ku civakê nêzîkî 6 salan hewl da ku fêm bike ka çi qewimiye û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Lê ji aliyekî din ve herêma ku em lê dijîn jixwe yek ji wan herêman e ku miriyên neveşartî lê hene. Ji vê wateyê ve, Gulistan wek miriyek ‘neveşartî’ ye; di rastiyê de em hîn bi delîlên teqez nizanin ka ew miriye an na. Lê delîlên xurt nîşan didin ku ev rewş e. Ji ber vê yekê, civak pêvajoyek xemgîniyê ya tijî lê netemam jiya. Ger cenazeyek hebûya, me yê ew veşartiba, pê re rûbirû bibûna û pêvajoya şînê biqedandiba. Lê ev rewşek e ku kesek şeş sal in nehatiye veşartin. Ev rewş hem ji bo malbatê û hem jî ji bo civakê pir girîng e. Ji ber ku di rewşên wiha de, pêvajoyek bi navê ‘şîna dirêj’ an ‘şîna cemidî’ çêdibe. Ev şêweya herî giran a xemgîniyê ye. Çima ewqas dijwar e? Ji ber ku di pêvajoyek xemgîniyê ya normal de, nêzîkî 6 meh heta salek digire ku mirov bi windabûnê re li hev bike, definkirin pêk tê, lihevhatin çêdibe, xemgînî tê jiyîn û dû re jiyan hêdî hêdî vedigere rewşa normal. Lê di vê rewşê de guhertinek wisa ne mimkun bû. Ji ber vê yekê, civak duh careke din yek ji trawmaya herî mezin jiya. Êşa şîna neveşartî û netemam careke din bandor li me hemûyan kir. Ev hest ji nû ve hate zindîkirin. Ji ber ku rastiya tiştên ku valahiya di bîra kolektîf a civakê de tijî dikin niha bi delîlên berbiçav têne pêşkêşkirin, hestek hêvî û edaletê afirand; ev ji bo pergala edaletê ya Tirkiyeyê xalek werçerxê ya girîng bû. Lêbelê, hêrsa tund jî bi xwe re anî. Pêwîst e em li ser çavkaniya vê hêrsê nîqaş bikin. Di civakê de bêewlehiyeke kûr a ontolojîk heye. Ev ji ber wê têgihîştinê ye ku tundî rasterast bi rêya amûreke dewletê tê meşandin. Ev rewş raya giştî hîn bêtir hêrs dike, ji ber ku ev herêm bi salan e gelek êş kişandiye û bûye qurbanê van cureyên tundiyê.”
‘Rektorê berê navê Gulistan neanî ziman’
Gulnaz Karatay axaftina xwe wiha berdewam kir, “Ji ber vê yekê, rûbirûbûna dîsa bi vê yekê re, rûbirûbûna dozek ku heman şêweyê tundiyê tevî hemû axaftinan û salên derbasbûyî qewimî ye, civakê bi giranî hêrs dike. Ev hêrs di tevger, kiryar û awayên hizirkirina me de xuya dike. Bi vî awayî, vê bûyerê civak ji nû ve hişyar kiriye; em dikarin vê yekê bi zelalî bibînin. Ew kesên ku di komeleyên jinan de dixebitin, bandor li jinan jî kir. Mînak, duh keçên dibistana navîn li wir bûn; vê rewşê bandor li wan jî kir. Ji ber ku em bi vê bûyerê re hevxem in. Warekî din ê têkildar ‘medyaya dîjîtal’ e. Li ser platformên dîjîtal, bertekek pir tund ji aliyê jinan ve heye, çi ji vê herêmê bin çi nebin. Ev jî şêweyek girîng a şînê ye. Mirov li her derê hewl didin bertekekê nîşan bidin. Ez difikirim ku ev ji bo bicihanîna edaletê, ronîkirina sûcdar û nîşandana ku bêcezatî heta hetayê namîne pir girîng e. Di vê çarçoveyê de, ez bawer dikim xala ku doz gihaştiye ji bo ku pêvajoya şînê biqede û malbat û civak hinekî teselî bibînin pir girîng e. Bi gotineke din rûbirûbûn, hesabpirsîn û bicihanîna edaletê asteke krîtîk e. Ez hêvî dikim ev pêvajo ji vir û pê ve berdewam bike. Lêbelê, bê guman ev tenê qonaxa yekem e. Her wiha diyar e rewşa em tê de ne, xerabiya rêxistinkirî vedihewîne. Zanîngeh jî beşek ji vê ne. Ez jî li zanîngehekê endamekî fakulteyê me. Mînak, rektorê berê yê ku dema Gulistan winda bû li ser kar bû, heta roja îro qet navê Gulistan Doku neaniye ziman. Lê ew xwendekara me bû.”
‘Rewşa heyî pir girîng e’
Gulnaz Karatay da zanîn rewşa heyî pir girîng e û wiha axivî, “Berevajî vê, ev mijar ne tenê nehat rojevê, lê li şûna ku li ser dikê malbatê rûmet bikin, wan di merasîma mezûnbûnê de tenê sertîfîkayek da Gulistanê. Lê ev tê çi wateyê? Diviyabû mirov bandora wêranker a vê yekê li ser malbatê bifikiriya. Her çend bi rêzgirtina wan mimkun bûya ku êşa wan hinekî sivik bikira jî, li şûna wê me dît ku ew ji ser dikê hatin kaşkirin. Mirov hin tiştan ji bîr nake. Em, wek profesor, li ser piran tenê ji ber ku me pirs dikirin, bi baldarî dihatin şopandin. Tiştê ku me dikirin wekî çalakiyek neqanûnî dihat nîşandan. Heta eleqeya ji bo xwendekarên me jî hema bêje dihat xwestin ku bibe sûcek. Em van pêvajoyan bi çavên xwe jiyan. Ji ber vê yekê ez rewşa heyî pir bi qîmet dibînim; lêbelê, divê ev berdewam bike. Ev tenê xeleka yekem a zincîrê ye. Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Wekî din, em nikarin rûbirû bibin û baş bibin. Hesabdaneke rasteqîn pêşkêşkirineke zelal û bê guman a têkiliyên berpirsiyariyê hewce dike. Delîlên ku îro derdikevin holê bi rastî jî tirsnak in û eşkere dikin ka em di çi civatekê de dijîn. Eger bi rastî jî wisa be, tu kes ji me ewle nîne. Em ne di ewlehiyê de ne eger tomarên nexweşxaneyan werin jêbirin. Em ne di ewlehiyê de ne eger kamerayên mobesê werin jêbirin. Eger kesên desthilatdar li şûna parastina civakê, desthilatdariya xwe ji bo parastina xwe an jî ji bo berjewendiyê xwe bi kar bînin, wê demê tu kes ji me ne di ewlehiyê de ye. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku ev eşkerekirin û şahidî pir girîng in. Ev di heman demê de berpirsiyariyek exlaqî ye; berpirsiyariya her kesî ye. Ez hêvî dikim ev pêvajo berdewam bike. Ji ber vê yekê, ev mijar ji perspektîfa tenduristiya derûnî ya giştî ve pir bi min ve girêdayî ye. Parvekirina vê agahiyê ji bo min berpirsiyariyeke exlaqî ye jî, ji ber ku ev rewş 6 sal in li ber çavên me diqewime.”
Gulnaz Karatay, her wiha got 6 sal in wêneyê Gulistan Dokû li odeya xwe daliqandiye û dê tim li wir be.







