Doza Komkujiya Dedeogûllari hat taloqkirin

  • 15:34 16 Nîsan 2026
  • Hiqûq
KONYA - Danişîna doza qetilkirina Malbata Dedeogûllari, jêbirina dîmen û qeydên deng a ji hêla emniyet û Wezareta Karên Hundir ve û tehrîfkirina girtekan, hat lidarxistin. 
 
Di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllariyê êrişeke nîjadperest hate kirin. Di êrişê de 7 endamê malbatê hatin qetilkirin. Danişîna têkildarî komkujiyê û tesbîtkirina terkexemî û berpirsyartiya îdareyê li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Konyayê hat lidarxistin. 
 
Xizmên malbata Dedeogûllari, parêzerên malbatê û nûnerên DEM Partiyê di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzerên Wezareta Karên Hundir û Midûriyeta  Giştî ya Emniyetê jî di danişînê de amade bûn. 
 
Ji parêzerên malbata Dedeogûllariyê Atîlla Kurt diyar kir ku tevî pêvajoya dozê di sala 2023’yan de dest pê kir jî hêj tiştên pêwîst nehatine kirin. Kurt, da zanîn ku piştî êrişa ewil a di 12’ê Gulana 2021’ê de tevdîrên pêwîst nehatine girtin û wiha pê de çû: “Mehmet Altun, di nava 14 deqeyan de 7 kes qetil kir. Dîmenên komkujiyê jî hene. Kujerê tetîkkêş gihişt armanca xwe. Tekane ferdê malbatê yê sax mayî piştî êrişa 12’ê Gulanê kamerayan didane malê. Heke ew dîmen bihatina şewitandin, faîlên vê dozê dê nehatibûna girtin.” 
 
'Qeyd hatine jêbirin' 
 
Atîlla Kurt, daxuyand ku faîl Altun piştî êrişa ewil li bajarên cuda di hotêlên luks de jiyaye û li devereke diyarkirî geriyaye. Kurt, wiha domand: “Ev jî nîşaneya planeke profesyonel û piştgiriya cemaweriyê ye. Ji qeydên kameraya malê deqeyên 18.34-18-36 ku qetlîam wê kêliyê hate kirin, hatin jêbirin. Û meqamên îdarî dibêjin ‘ev vê jinedîtî ve bên.’ 
 
Terkexemiya peywirdarên di lêpirsîna edlî de cih girtin heye û di qeydên HTS’ê yên aydê telefona faîl Altûn de li EEGM, Midûriyeta Enqereyê û Fermandariya Cendirmeyên Bejahî sînyalê dide. Me ji van saziyan xwest ku têkildarî parastina tetîkkêş û tunekirina delîlan lêkolînê bikin. Fermandariya Hêzên Bejahî got lêkolîn kirine lê tiştek bi dest nexistine. Lêbelê Wezareta Karên Navxweyî bersiv neda û ji ewil ketin pey hesaba tazmînatê.” 
 
'Emniyet beriya komkujiyê li kiryar geriyaye’ 
 
Di berdewamê de Kurt anî ziman ku kiryar Altûn beriya komkujiyê di 29’ê Hezîrana 2021’ê de çûye Enqereyê û di qeydên HTS’ê yên 30’ê Hezîranê de xuya dike ku Midûriyeta Şaxa Xizmetên Serokatiya Piştevaniyê ya EGM’ê lêgeriyaye. Kurt, wiha pê de çû: “Mehmet Altun ê ku weke bêkar tê zanîn, ji şîrketa bi navê Akdenîz Can Alumînyumê bi awayekî rêk û pêk pereyan distîne.”
 
Parêzer Atîlla Kurt, bi domdarî diyar kir ku faîl Altun piştî komkujiyê di 2’yê Tebaxê de li emniyetê digere û 35 deqeyan li ser telefonê diaxive.  Kurt, da zanîn ku têkildarî hevdîtinê girtek hatibû amadekirin û 15-20 deqeyên vê hevdîtinê bi îdiaya “nehate fêmkirin” hate tehrîfkirin. Kurt, wiha pê de çû: “Di vê hevdîtinê de tetîkkêş digot ‘Ev insan nînin. Min 7 kes kuşt û dê 5 kesên din jî bikujim.’ Bi vî awayî bazarî dikir. Girteka herî girîng a bûyerê ji hêla emniyetê ve hate tehrîfkirin. Ev, reşkirina delîlan e.” 
 
Hun bi destê gelemperiyê suc dikin'
 
Parêzer Atîlla Kurt, destnîşan kir ku kiryar beriya komkujiyê telefona xwe li navçeya Bozkirê hiştiye û wiha axivî: “Heke qeydên kamerayê nebûna, telefona xwe 100 km’an dûr hiştibû û dê bigota ‘ez li wê derê nebûm.’ Gelo ev kes heta piştgiriya cemaweriyê nebe dê bikare vê bike? Reşkirina delîlan a emniyetê, mudaxileyên wê yên derqanûnî, nekirina karê xwe yê daraz û îdareyê nahêle ku edalet pêk were. Ev, sûcekî rêxistinî ye. Ji bo tunekirina malbatekê, bi destê cemaweriyê hûn sûcê rêxistinê dikin.” 
 
Kurt, got ku gelek cran daxwazname daye dadgehê û daxwaza lêkolînê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêbelê tu bersiv nehatin dayin. Saziyên ji parastina mafê jiyanê berpirsyar, çima bersiva van pirsan nade? Çima biisrar peywira xwe xerab bi kar tîne.” 
 
Parêzer Abdurrahman Karabulut jî anî ziman ku reşkirina delîlan û parastina şirîkên sûc a hêzên emniyet û ewlekariyê ne tenê ji gumanekê pêk tê û wiha got: “Hempîşeyê min bi delîlan serî lê dide. Me ferq kiribû ku dê delîl bên tunekirin. Du deqeyên dîmenên komkujiyê hatibûn jêbirin. Ew jî ji bo parastina alîkarên kujer û yên ew araste kirin bû. Hêzên ewlekariyê bi tehrîfkirina qeydan delîl tune kirine. Tetîkkêş hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re dibêje ‘polîs ji bo îfadeye ji min re bûn alîkar.’ Polîsê di îfadeyê de alîkarî daye, niha di dema sûc de jî jê re bûye alîkar.” 
 
Parêzerên midûriyetê û wezaretê jî li dijî van îfdaeyan xwestin doz bê redkirin. 
 
Dadgehê ji bo biryardayînê danişîna dozê taloq kir. 
 
Piştî danişînê li pêşiya dadgehê daxuyanî hate dayin.