ROJEVA 16'YÊ COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 16 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
*Yên ji heman dayikê tên dinê jî dibin qurban û gumanbar. Mirov difikirin gelo tundî parçeyek ji xwezaya mirov e. Di xwezayê de bermahiyên tundiyê yên civakên herî kevn tên dîtin. Di pirtûkên pîroz û mîtolojiyan de ev tê dîtin. Li dijî pirsgirêkan ku hêrs, kişandina êşê û fikaran hîn bêtir zêde ye, ji bo çareseriyê hestê berpirsyariyê hîn bêtir qels e. JINEOLOJΠ
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Basin Îş a DÎSK’ê Ozlem Kara êrîşên der barê çapemeniya dîjîtal de nirxand û got: “Bêdengkirina rojnamegeran, tayînkirina qeyûman a li saziyên çapemeniyê û astengkirin ne tenê êrîşeke li wê saziya çapemeniyê ye. Ev êrîş li hember jin, ciwan, kedkar, xizan û gel e. Em ê hem wek rojnameger hem jî wek jin dengê xwe bilind bikin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin." DÎMEN HEYE 
 
*Munevver Ecer a 65 salî ku ji 12 saliya xwe de dest bi dirûnvaniyê kir 53 sal in bê navber didome. Munevver Ecer tevî krîza aborî, koçberî û temenê pêşketî, jiyana xwe bi keda xwe didomîne û wiha bang li jinan dike: “Li ser piyên xwe bisekinin.” DÎMEN HEYE