Êrîşên li dijî çapemeniyê: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin
- 09:03 16 Cotmeh 2026
- Rojane
ÎZMÎR- Endama Lijneya Rêveberiya Basin Îş a DÎSK’ê Ozlem Kara êrîşên der barê çapemeniya dîjîtal de nirxand û got: “Bêdengkirina rojnamegeran, tayînkirina qeyûman a li saziyên çapemeniyê û astengkirin ne tenê êrîşeke li wê saziya çapemeniyê ye. Ev êrîş li hember jin, ciwan, kedkar, xizan û gel e. Em ê hem wek rojnameger hem jî wek jin dengê xwe bilind bikin. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin."
Sansur û zextên li ser çapemeniya dijîtal didome û herî dawî di saetên sibehê de bi ser avahiya Halk TV'yê ya li Stenbolê hat girtin. Piştî serdegirtinê qeyûm tayînê kanalê hat kirin, weşana televîzyonê hat rawestandin. Di çarçoveya lêpirsîna li hember Halk TV'yê de 11 kes hatin binçavkirin.
Endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Xebatkarên Matbaa Weşan a Tirkiyeyê (DÎSK Basin Îş) Ozlem Kaya der barê mijarê de axivî.
‘Rojnamegerî nikare bê darizandin’
Ozlem Kara da zanîn tayînkirina qeyûm a ji bo Halk Tv'yê ne tenê li hember saziyeke çapemeniyê ye raste rast êrîşeke li hember mafê girtina nûçeyan a gel e, li hember azadiya çapemeniyê ye û wiha got: “Qeyûm tayînê Tele1 jî hatibû kirin. Ev hemû girêdayê hev in. Li hember gelek saziyan êrîş çêbûn. Rojnameger, xebatkar hatin girtin, binçavkirin. Endama lijneya dîsîplînê ya me Derya Okatan ji 2’yê Cotmehê de ye girtiye. Tevî hemû êrîşan em ranawestin, em bêdeng namînin. Em li dijî sansurê ne em dibêjin rojnamegerî nikare bê darizandin. Em ê rojnamegeriyê bidomînin.”
‘Em ê dengê jin û bindestan bidin bihîstin’
Ozlem Kara daxuykirin ku zextên di qasa siyasî û yên li ser çapemeniyê ji hev qut nînin û wiha domand: “Pêkanînên li hember muxalîf, rojnameger, sendîkayan parçeyên heman zextê ne. Desthilatdarî di dema dikeve zorê de zêdetir hedef digire. Rojanemgeran digire, qeyûman tayîn dike, lêpirsînan dide destpêkirin û tehdîd dike. Lê em dibêjin ku em ê tevî hemû zext û êrîşan, dengê bindestan, jinan, ciwanan, karkeran bidin bihîstin.”
‘Divê em dengê xwe bidin bihîstin’
Ozlem Kara diyar kir ku li dijî êrîşên tên kirin xebatên wan hene û wê di demên pêş de van xebatan parve bikin û wiha domand: “Di vê rewşê de têkoşîn bi daxuyaniyek nivîskî daxuyaniya çepemeniyê nabe. Divê em li kolanê dengê xwe bidin bihîstin. Divê em têkildarî vê têkoşînê mezin bikin. Em wek rojnameger divê ji çapemeniya civakî derkevin û li kolanê dengê xwe bidin bihîstin.”
‘Desthilatdarî naxwaze rêxistinbûna jinê bibîne’
Ozlem Kara wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demek nêz de hesabê medyaya dîjîtal ê ajansa JINNEWS’ê hat astengkirin. Beriya em bikevin weşanê hesabê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê hat astengkirin. Mînak Kaos GL jî hat astnegkirin. Hesabên rojnameger Yidiz Tar jî hat astengkirin. Li Tirkiyeyê ji ber pergal û zextên ku polîtîkayên serdest a mêr aniye, desthilatdarî êdî naxwaze rêxistinbûn, têkoşîn û piştevaniya jinê bibîne. Naxwaze rêxistinbûna LGBTÎ+’yan bibîne. Dixwaze dengê gel asteng bike. Ji ber vê jî zextan dike. Lê em ê wek rojnameger piştevaniya xwe bidomînin, dengê xwe bilind bikin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”







