Di Konferansa Jineolojiyê de ji bo Werîşe Muradî banga têkoşînê hat kirin

  • 15:13 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê biryara darvekirinê ku rejîma Îranê cara duyemîn der barê Werîşe Muradî de da bi tundî şermezar kir û li dijî darvekirinê bang li her kesî kir ku têbikoşe.
 
Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê têkildarî biryara darvekirinê ku cara duyemîn li hemberî Werîşe Muradî hate dayin, daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Bi navê Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, jinên ji Ewropa û welatên Asyayê yên di lêgerîna azadiyê de ne û jinên Kurd; em tundî û çalakiyên li derveyî mirovahiyê yên Komara Îslamê ya Îranê, darvekirina jin û ciwanên Kurd û darvekirinên din hemûyan şermezar dikin.
 
Em ji vê derê bang li hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan dikin ku dengê me bigihînin girseyên hîn berfireh; piştgiriyê bidin me, li hemberî tundiya Komara Îslamê ya li dijî jin û ciwanan rawestin, dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo parastina mafên jinan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê alîkariyê bidin me.
 
Em bang li Komara Îslamê ya Îranê dikin ku girtiyên siyasî hemûyan di demeke kurt de berde. Bi taybetî rewşa Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û hemû jin û ciwanên bêgueh ên li girtîgehên Komara Îslamê têne ragirtin çareser bike.
 
Na ji darvekirinê re! Bijî Jin, Jiyan, Azadî!"
 
Di dawiya daxuyaniyê de hin ji delegeyan bi zimanên Îngilîzî, Farsî, Îtalî, Spanî û Elmanî xwestin ku dawî li darvekirinên li Îranê bê anîn û biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Muradî hatiye dayin tavilê bê rawestandin.
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.