Li Mêrdînê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 13:20 6 Mijdar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Melek Altun(44) ya li taxa Selahattîn Eyûbî ya Qoser a Mêrdînê dima, li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.  Cenazeyê Melek Altun ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.