Sembola berxwedana têkoşîna jina kurd: Zîlan

  • 09:02 29 Hezîran 2024
  • Portre
 
AMED - Zeynep Kinaci (Zîlan), 28 sal berê bû sembola berxwedana têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinên kurd. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê çalakiya ku Zîlanê pêk anî de gotibû: “Bi çalakiya pêk anî ez derbas kirim. Ji vir şûnde ez ancax dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê.
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) yek ji nokteyên girîng a dîroka kurdan tê zanîn, li Dêrsîmê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di ser de 28 sal derbas bû. Di nameya li pey xwe hiştibû de wiha digot: “Îdiaya jiyana min gelek mezin e. Dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Ji bo ku ji mirov û jiyanê hez dikim vê çalakiyê pêk tînim. Dixwazim bibim sembola jina kurd.” Zeynepê di 30’ê hezîrana 1996’an de bi çalakiya pêk anî jiyana xwe ji dest da. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê Zîlanê de gotibû: “Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir şûnde ez ancax dikarim bibim şopdar û mîlîtana Zîlanê.”
 
Zîlan kî ye?
 
 Zeynep Kinaci di 10’ê tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî yê Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Malbata Zeynebê di bin bandora feodal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrişan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ amade kir.
 
 ‘Ez dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê’
 
Di 1996’an de di roja dawî ya hezîranê de li Dêrsîmê roja înê bi merasîmê sirûd dihat xwendin. Zîlan bi kelecanek mezin li parqê rûnişt. Weke hêrsa salan di dilê wê de bû. Zîlanê li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan. Qêrinek ji Dêrsîmê hat. Ev qêrîna Zîlanê bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî Zîlanê bi van gotinan ew vegotibû : “Zîlan manîfesto ye. Banga azadiyê ye. Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir şûnde ez ancax dikarim bibim şopdar û mîlîtana Zîlanê.”
 
Nameya Zîlanê
 
Zîlanê di nameya xwe de wiha digot: “Dema mirov li dîroka gelan dinêrin pêşengên ku wan dibin rizgariyê hene. Dîrok piştrast dike ku tu netewe û çîn bêyî   Rêber naçin serkeftinê. Serok di asta herî jor de nûbûn û pêşketinê temsîl dike, yanî mirovê nû, fikra nû, hemû jiyanê li gorî jiyana civakê teşe dike û peywiran digire ser milê xwe. Bêguman Rêbertiya PKK’ê jî neçare pir cuda be. Di vî alî de Serokatiya Partiyê bi her alî, pêşketiye, nûye, jiyana xwe daye ser jiyana mirovahiyê. Ev nikare bê nîqaşkirin.
 
…Divê em xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin û hewcedariyên pêvajoyê bînin cih. Pêvajo çalakiyên întîxarê ferz dike. Ev hem hewldanek dîrokî hem jî di alî me de wê bersiveke baş a ji bo dijmin be. Çalakiyên wisa wê welat li wan bike zindan. Ev di alî me de di serî de jib o gelê me û hemû hêzên me yên şer wê bibe moral, cesaret, wê berxwedanê xurt bike, wê nîşan bide ku em di doza xwe de çiqas bi birayar in û di vê rê de bedela wê bi bombeyan di bedena xwe de diteqînin.
 
Ez dixwazim hêrsa xwe nîşan bidim
 
…Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê ku jinan dike kole, dixwazim bombeyê di bedena xwe de biteqînim û mezinbûna hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sermbola berxwedana jinên kurd. Îdiaya jiyana min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Têkoşîna razigariya neteweyî ya bi pêşengiya Serok Apo tê meşandin wê demek nêz de bihêje serkeftinê û wê gelê min cihên ku heq dike bigire. Îdiaya jiyana min pir mezin e.  Ez ji jiyan û mirovahiyê hez dikim. Dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. 
 
Ji canê me wêdetir tiştekî em winda bikin heye gelo?
 
….Gelê min yê  welatparêz! Ez bi vê çalakiyê hewl didim bibim zimanê dilê we. Em bi hezaran zarokên we yên li çiya ji bo siberojên azad amade ne ku bi hezaran carî canê xwe feda bikin. Divê hûn jî di van rojên ku şerê me sor bûye de aliyên xwe zelal bikin. Navê şerê me şerê gele. Ger wisa be em ê peywira xwe jî bînin cih. Divê em dest ji azadiya xwe bernedin. Welatê me bi nirxe. Ji ber vê dijmin evqas bi israre. Çima em ne bi israr bin? Ji canê me wêdetir tiştekî em winda bikin heye gelo? Ez wek hemûyan bi baweriya ku peywira xwe bînin cih silav dikim!”
 
‘Ev ne çalakiya întîxarê ye’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî Zîlanê ev nirxandin kiribû: “Çalakiya Zîlanê ne çalakiya întîxarê ye. Çalakiyek dîrokî, plankirî, wêrek, fedekar e. Çalakiya wê xwedî wateyeke mezine ku êrişa ku divê taburek pêk bîne wê pêk aniye. Cihê vê çalakiyê gelek girîng û dîrokiye. Çalakiyek rast ya pêşketî û PKK heq dike ye.
 
….Zîlan kakilek bi heybet ya dîrokê dike. Keseke ji dozê ya xwe nespêre dîrokê bê kok e. Hevala mezin, heta dawî gihiştiye koka xwe. Di ferqa vê de di hişmendî û berpirsyariya vê de ye. Terzeke çalakiyê ya bi heybete.”