Mîrateya Ayferê ji aliyê hevpîşeyên wê ve tê domandin

  • 09:05 21 Tîrmeh 2024
  • Portre
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 18 sal derbas bû û hevpîşeyên Ayferê mîrateya wê didomînin. Ayfer bi taybet gelek rastiyên derbarê polîtîkayên li ser jinên kurd pêk tên radixe ber çavan.
 
Rojnameger Ayfer Serçe bi navê din Şîlan Aras, ji bo lêkolînkirina qetilkirinê jinan çû Îranê û di navbera dîrokên 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. 
 
Ayfer, di 1974’an de li Wêranşara Rihayê tê dinê. Di salên xwe yên lîseyê de di radyoya Karacadagê de dixebite. Piştre ji bo dersxanê diçe Edene û Mersînê. Li vir zanîngehê qezenç dike û di pêvajoya dersxaneyê de dibistaneke bilind ya du salan qezenc dike û ji bo qeydê diçe li cihê xwe, lê dibîne ku ew cih ne li gorî wê ye û dest jê berdide û vedigere. Piştre jî li Zanîngeha Çukurovayê beşa pargîdaniyê tercih dike û li vir du salan dixwine. Di sala 1998’an de têkoşîna jinên kurd nas dike û bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digire.
 
Dest bi xebatên ragihandinê kir
 
Dema di xebatên jinan de cih digire di salên 2000’î de jî dest bi xebatên ragihandinê dike. Di sala 2000'î de Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan dike. Piştî ku ajansa MHA'yê di sala 2005’an de tê girtin di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de dest bi xebatê dike. Vê demê Şîlan nûçegîhaniya Ermenîstanê kir. 3 salan li vir xebitî û piştre jî derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.
 
Lêkolîna Ermenîstanê ya nehatiye weşandin
 
Ayfer bi salan li Ermenîstanê li ser çand, kurd û jinan xebatan dimeşîne. Lê hîna gelek lêkolînên wê nehatine weşandin. Di lêkolînek xwe ya der barê jinên kurd de vê nirxandinê dike: “Di lêgerîna jiyanê ya rast ya li van bajaran de jiyana bi sedhezaran jinên kurd zelal tê dîtin. Em her tim bi flaşên wênekeşiya xwe berê xwe didin hezkirina di kurahiya dilê wan de. Ji bo jinê, azadî gelo bayê ku tê û diçe ye? Bêguman na...
 
Li jinan ferzkirin hene
 
Li gorî gelan kevneşopî hene. Ev kevneşopî bi salane hene. Li hinek cihan bê bandor maye. Lê hîna jî ji ser van kevneşopiyan li ser jinan zext û zordarî hene. Ferzkirin hene. Pirsgirêka aborî heye. Tenên zarokên keç navbrea 14 û 18’an de ye. Yên 18 derbas kiribûn wekê ku di malê de maye tê binavkirin.”
 
Ji pênûsa Ayferê pêşmergetî û rastiya şer
 
Ayfer di salên rojnamegeriyê de hewl dide bi nûçe û lêkolînên xwe dengê jinan bide bihistin. Beriya bê qetilkirin, bi Xeyal ku 26 salan li başûrê Kurdistanê pêşmergetî kiribû hevpeyvîn kir û Ayferê di vê hevpeyvînê de şerê li hember Gelê Kurd ku bi salane tê meşandin bi van gotinan anîbû ziman: “Li van deran gelek zarokên hatine dinê wek şervan tên mezinkirin û dimirin. Li her çar parçeyê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê jî zarok bi çekan tên mezinkirin û hemû jiyana xwe li ser pêşmergetiyê xeyal dike. Ji ber pêşmergetî deriyê nan yê her kesiye. Neçar dimînin ji bo jiyana xwe bidomînin pêşmergetiyê bikin.”
 
Cenazeya wê hîna nehatiye dîtin
 
Tevî ku ji ser qetilkirina Şîlanê ya ji aliyê rejîma Îranê ve 18 sal derba bûye jî hîn derbarê cenazeyê Şîlanê de tu agahî nehatiye bidestxistin. Tevî hewldana malbatê, çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan dîsa jî rejîma Îranê cenazeyê Şîlanê neda.
 
Hevalên wê têkoşîna wê dewr girtin
 
Fikrê Şîlanê yê ku bila ajanseke aîdî jinan hebe pêk hat. Di 8'ê Adara 2012'yan de Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat avakirin. Kevneşopiya çapemeniya azad îro bi JIN NEWS, JIN TV, NEWAYA JIN û Nû Jinhayê didome. Jin bi mîrateya ji Şîlanê girtine li ber xwe didin.