Li Taksîmê meşa 25’ê Mijdarê dest pê dike

  • 19:45 25 Mijdar 2025
  • Ramyarî
   
STENBOL - Bi banga Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, bi hezaran jin bi dirûşmeya "We  got exlaqê malbatê, we îstismar kir, we kuştin! Jin li dijî şîdeta mêr-dewletê serî hildidin" li Taksîmê dest bi kombûnê kirin.
 
Di 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî
 
de, jinan li ser banga Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, ku tevgerek li dijî şîdeta mêr-dewletê ye, li Tunela Taksîmê dest bi kombûnê kirin. Ji duh êvarê pê ve, hemî rêyên ku diçin Taksîmê û Rêya Îstîklalê bi bariyerên polîsan hatin girtin û heta saet 3:00’ê piştî nîvro, îstasyonên Taksîmê û Şîşhaneyê yên Metroya M5 ya Stenbolê hatin girtin.
 
Li gel hemî hewldanên astengkirin û qedexekirina tevgerê, jin bi pankart, slogan û stranan li Tunela Taksîmê dicivin.
 
Hûrgilî dê werin...