Di êrişên Îsraîlê de rojnameger Zehraa Abu Sukheîla jiyana xwe ji dest da

  • 16:17 9 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera Filistînî Zehraa Abu Sukheîla, di bombebarana hêzên Îsraîlê ya li ser dibistanek de bi endamên malbata xwe re jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
 
Tevî bangên ku bo ku pêşî li êrişên li dijî xebatkarên çapemeniyê were girtin û ji bo bûyerên qewimîne, lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin jî; ji dema li êrişên li dijî Xezayê ve heta niha hejmara rojnamegerên ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 185.
 
Hêzên Îsraîlê roja 8’ê Mijdarê li dijî bi dehan malbaten ku ji ber şer ji cihê xwe bûbûn û li dibistanek bi cih bûbûn êrişeke bombeyî pêk anî. Di encamê de rojnameger Zehraa Abu Sukheila û endamên malbata wê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
 
23 jê jin 185 rojnameger hatin qetilkirin
 
Piştî vê êrişê rastiya bi êş a rojnamegerên li Xezayê derket holê lewre ji destpêka êrişan ve heta niha, 185 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane û 23 ji wan jin in. Vê rewşa dawî nîşan dide ku rojnamegerên li Zîvala Xezayê di nava mercên derasayî de peywira xwe bi cih tînin.
 
Rêxistinên mafên mirovan û yên medyayê diyar kirin ku ew qetilkirina rojnamegeran bi tundî şermezar dikin, ji bo rojnamegeren li Xezayê demildest parastina navneteweyî çêbibe û yên van sûcan kirine hesab bidin.