Li Şemrexê li dijî qeyûman meş

  • 22:01 12 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetî tên kirin, dewam dikin. Li ser banga DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin.
 
Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê îro jî dewam kirin. Li ser banga Partiya DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin. Girseya ku di nav de parlamenter Kamûran Tanhan, Salîha Aydenîz û Mehmet Rûştû Tiryakî û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî di nav de bûn, heta Qada Şemrexê meşiyan.
 
Girseyê bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Na ji qeyûm re, rêz li îradeyê re" berz kirin û govend gerandin.
 
Meş piştî axaftinan bi dawî bû.