Sabahat Tuncel: Wê bi têkoşîna jinan şoreş pêk bê
- 19:35 21 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA- Li Rihayê ji bo 25’ê mijarê bernameya ‘ji duh heta îro têkoşîna jinan’ pêk hat. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di bernameyê de axivî û got divê jin di hişmendiya hêza xwe de bin û her jin tevli têkoşînê bibe wê şoreş pêk bê.
Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijîTundiya li ser Jinan a Navnetweyî li salona Tahîr Elçî a Baroya Rihayê bernameya ‘ji duh heta îro têkoşîna jina’ pêk anîn. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek endamên pêkhateyên platfromê tevli bûn.
Sebahat Tuncel der barê 25’ê Mijdarê û têkoşîna xwişkên Mîrabel de axivî û got: “Esasa têkoşîna xwişkên Mîrabel ketina rejîma dîktatoryal a li Domînîkê bû. Ji bo jinan jiyanek wekhev dixwestin.Ji bo vê hatin girtin, destdirêjî lê hatin kirin û qetilkirin.Her demê li dijî pergala serdest ya mêr têkoşîn hebû. Li Kurdistanê jî jinan ji bo nasnameya xwe têkoşîn dan. Hîna jî didomin.”
Sebahat Tuncel wiha dawî lê anî: “Tundiya li ser jinan îdeolojîke. Bi mîlyonan jin serdema navîn de wek pîrebok hatine şewitandin. Zextên li ser jinan bi salane diomein. Li hember vê têkoşîna jinan jî bê navber didome.AKP ji peymana Stenbolê derket. Ji ber bi wekheviya jin û mêr bawer nake. AKP çima malbatê li mer ferz dike. Hêza jinan pir mezine. Ger her jin tevli têkoşînê bibe wê şoreş pêk bê.”
Bername bi pirs û bersivan bidawî bû.