Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 22:00 12 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî dest bi greva birçîbûnê kirine.
Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ya ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Bertekên li hemberî biryara darvekirinê didomin. Jinên li Girtîgeha Evînê tê girtin ragihandin ku wan îro dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtî Golrox Îraeî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin li ser medyaya dîjîtal X û Instagramê peyamek belav kir û ragihand ku girtiyan ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn dest bi greva birçîbûnê kirine.
Golrox Îraeî di peyama xwe de bi bîr xist ku serokê dadgehê mafê parastinê nedaye Werîşe Mûradî û anî ziman ku cezayê darvekirinê bêyî ku xwe bispêre delîlên berbiçav hatiye dayîn.
Golrox Îraeî di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Êvînê îro dest bi greva birçîbûnê kirine.