Li dijî xespkirina îradeya berxwedan: Em serî natewînin

  • 09:04 14 Mijdar 2024
  • Rojane

  

Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Sultan Acar a ku dema li ber şaredariyê ji bo qeyûm tayînî şaredariyê bû bi tundiya polîsan rû bi rû ma got ku ew kaş kirin û binçav kirin. Sultan Acar destnîşan kir ku li gel hemû zextan jî wê berxwedan bidome û serî netewînin.
 
Ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Xelfetî, Elîh û Mêrdînê hatin kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, welatî ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin û qeyûm şermezar bikin hatin şaredariyê. Li vê derê welatî li derdora şaredariyan bi astengiya polîsan rû bi rû man. Hem ji Kurdistan û hem jî ji bajarên din ên Tirkiyeyê bi sedan welatî herikîn van şaredariyan. Welatiyên ku ji bo îradeya xwe têdikoşin jî dem bi dem bi êrîşên polîsan rû bi rû man. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid, mertal û heqaretan êrîşî welatiyên berxwedêr kirin. Gelek welatiyên ku tundiya polîsan li wan hatin kirin, birîndar bûn, hatin binçavkirin û hinek jî hatin girtin.
 
Yek ji kesên ku li hember qeyûmê li ber xwe da û ji bo îradeya xwe li ber şaredariyê kom bû û polîsan tundî lê kir Sultan Acar ji JINNEWS'ê re axivî.
 
'Hew mîn dît ku min li erdê kaş dikin'
 
Sultan Acar a ku ji bo parastina vîna xwe li ber şaredariyê bû û di roja ewil a qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin de ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat binçavkirin wiha got: "Ez serê sibehê saet di 07.30'an de ji xew rabûm. Dema min li telefonê nihêrî. Min dît ku qeyûm tayînî şaredariyê kiribûn, ez nizanim çawa hatim şaredariyê, di navbera min û polîsekî de bi qasî metreyekê mesafe hebû. Min xwe li wir wenda kir, mîna ku xwîna min ji min tê rijandin. Hew mîn dît ku min li erdê kaş dikin û 2 rojan di bin çavan de mam.”
 
'Hezar caran qeyûm tayînî şaredariyê jî bê kirin em ê dîsa jî bigirin'
 
Sultan Acar, anî ziman ku şaredarî ji bo pergalê amûrek e û wiha got: "Dema qeyûm hat tayînkirin min pirsî 'çima çima?' Ger qeyûm tayîn bikin wê demê çima hilbijartinan dikin? Ji bo em şaredariyê bi dest bixin em bi mehan xebitîn. Me bi sedan jiyana xwe ji dest da. Ez bang li Erdogan dikim, ‘heke hûn ê qeyûm tayîn bikin, li Kurdistanê hilbijartinê nekin’. Armancên wan cuda ne. Ji şaredariyê re tenê qeyûm tayîn nakin. Ji bo zimanê me, ji çanda me, hem jî ji her tiştî re qeyûm tayîn dikin. Li ser îradeya Êlihê qeyûm tayîn kirin. Rêveberiyên herêmî ji bo Kurdan gavek e, destkeftiyek e. Lê ew vê qezencê qebûl nakin. Erdogan qebûl nake. Hezar carî qeyûm tayîn bikin jî, em ê dîsa bigirin. Em ê ti carî paşde gav neavêjin. Heta ku ev qeyûm ji vir derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Ji zarokatiya xwe ve şer dike
 
Sultan Acar, anî ziman ku ji sala 1980'î û vir ve şer dike û ji niha û pê ve jî wê dewam bike, teslîm nabe û got, "Di 15 saliya xwe de ez hatim Êlihê. Hevjînê min partî dizanibû. 44 sal derbas bûn û şanseke me ya em dev jê berdin tune ye. 100 sal an hezar sal derbas bibe jî, ez dev jê berdim jî zarokên min dev jê bernadin. Zarokên min dev jê berdin jî neviyên min dev jê bernadin. Di salên 90’î de min hevjînê xwe jî winda kir. Min soz da wî, 'heta mirinê ez ê têkoşîna we bidomînim'. Min ala wî girt; Zarokên min dê li pey min bikevin. 100 sal jî derbas bibin dê neviyên min vê alê bigrin. Çi dibe bila bibe, em ketine ser vê rêyê. Ez kurd im, dayikek kurd im, jinek kurd im. Çermê min jêkin jî hestiyên min kurd in, mejiyê min kurd e.