Ji Şaredariya Peyasê Xwaringeha Gel

  • 14:38 26 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê bi vekirina sêyemîn Xwaringeha Gel ji bo gelên bajê xwarina erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêş dike.
 
Şaredariya Peyasê piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sêyemîn xwaringeha Gel a bajêr vedike. Ji bo xwarina erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî xelkê bajêr bike, sêyemîn xwaringeha giştî ya li bajêr vedike. 
 
Li Xwaringeha Gel a ku 27'ê Mijdarê roja Çarşemê, saet di 11.30'an de li Kolana Huzurevlerî taxa 32'yemîn tê vekirin, wê bi 70 TL'yan 4 cûreyên xwarinê bê dayîn.