
Komkujiya Elewiyan li Darmstadtê hate protestokirin
- 21:47 11 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziyên Elewî û Kurd ên li Darmstadtê komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê şermezar kirin.
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi organîzasyona hevpar a saziyên Elewî û Kurd bi armanca protestokirina komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê mitîng hate lidarxistin.Mitîng li Luisenplatzê hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Elewiyên hatin qetilkirin dest pê kir. Çalakvanan diyar kirin ku zêdetirî hezar sivîlên Elewî ku di nav de zarok, jin, kal û pîr û ciwan jî hene ji aliyê çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku desthilatdariya Sûriyeyê bi dest xistine ve hatin qetilkirin û bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku ji bo rawestandina komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê.
Çalakvanan bênavber dirûşmên "Elewî ne bi tenê ne" û "HTŞ destên xwe ji Elewiyan bikşîne" berz kirin.Di mîtînga ku di bin barana zêde de hat lidarxistin de, hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî êrîşên li dijî civaka Elewî wê bidome.