Kongra Star banga xurtkirina yekitiyê kir
- 19:03 27 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, ji bo misogerkirina pêşerojeke ewle û aram a ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, banga xurtkirina ruhê nîştîmanî û rêzgirtina ji bo aliyên din dûrî ku cudahî bikeve nav aliyan kir.
Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî banga xurtkirina ruhê yekitiya nîştîmanî, hevduqebûlkirin û rêzgirtina ji aliyên din re, dûrî ku cudahî bikeve nav aliyan, kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku binpêkirinên li dijî sembolên pîroz ên Elewiyan li dijî tevahî gelê Sûriyeyê ne.Di berdewama daxuyaniyê de hewldanên derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyan de û binpêkirinên li dijî sembolên pîroz ên hemû olan hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li gelê Sûriyeyê hat kirin ku ruhê yekitiya nîştîmanî dûrî ku cudahî bikeve nav pêkhateyan, xurt bikin, aliyên din qebûl bikin û rêzê ji hemû aliyan re bigirin, ji ber ku ev dibe bingeha derbaskirina zehmetiyên heyî û misogerkirina pêşerojeke aram û ewle.
Di dawiya daxuyaniyê de girîngî bi rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de ku tê de edalet, demokrasî û wekhevî werin misogerkirin, hat dayîn.