Jinên li ser sînorê Kobanê: Em ê li vir jî li ber xwe bidin

  • 09:58 28 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren 
 
RIHA - Jinên beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Em ê li hemberî êrîşan serî netewînin, em ê li vir bi gelê xwe re li ber xwe bidin."
 
Tirkiye û komên girêdayî wê yên paramîlîter ji rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê ya di 8’ê Kanûnê de sûd wergirtin û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama êrişan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin, bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi taybet rêxistinên mafên mirovan balê dikişîne. Li dijî êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke gel a mezin heye. Çalakiya nobedê ya li dijî êrişan li navçeya Nisêybîn a Mêrdînê di roja 16'an û li navçeya Pirsûs a Rihayê di roja 6'an de berdewam dike. 
 
Yesure Tufan û Muşeref Ulker ên ji Amedê hatin û beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn, armanca xwe ya nobetê anîn ziman.
 
'Hûn ji Kurdan çi dixwazin?'
 
Yesure Tufan, bûyerên li Rojava qewimîn bi bîr xist û got: “Rojava dilê me ye, ruhê me ye. Yên li wir li ber xwe didin zarokên me ne. Ez wan kesên ku êrişî Rojava kirin û rojnameger qetil kirin, lanet dikim. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Li wir komkujî tên kirin, êdî bes e, bila raweste. Ji berxwedêrên li Rojava re serkeftinê dixwazim. Li pêşiya me rojên xweş hene. Gel û zarokên me li wir bi tenê mane. Weke hemû Kurdan em dibêjin êdî bes e. Lanet bike tu niha ji kurdan çi dixwazî? Hûn zar û zêçên wan serjê dikin. Çima hûn behsa hovîtiya ku li Filistînê diqewimin dikin? Hûn bi xwe jî heman tiştî li Rojava dikin. Em naxwazin li tu derê komkujî çêbibin. Filistîn yek ji van cihan e."
 
'Kobanê Amed e, Amed Kobanê ye'
 
Mûşeref Ulker berxwedana Kobanê ya sala 2014'an bi bîr xist û wiha dewam kir: "Em çawa di sala 2014'an de li vir di nava berxwedaneke mezin de bûn, divê em jî bi heman rengî di nava berxwedanê de bin. Kurdistan yek parçe ye. Parvekirina wan çar beşan bêwate ye. Kobanê Amed e, Amed Kobanê ye. Ez têkoşîna hemû gelên Kurd ên berxwedêr bi taybet Kobanê pîroz dikim û serketinê dixwazim. Li Tirkiyeyê hesreta Kobanê heye. Ew hesreta di nava wî de mabû. Dîsa bi heman hesretê êrişî Kobanê dike. Em ê li hemberî êrişan serî netewînin, em ê li vir bi gelê xwe yê li wir re li ber xwe bidin."
 
'Em ê dest ji berxwedanê bernedin'
 
Mûşeref Ulker, anî ziman ku ew li dijî hemû şeran in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Duh dadgeha Narîn Gûran pêk hat. Zarokên li Rojava hatin qetilkirin jî mîna Narînê ne. Zarokek zarok e. Me li Rojava pitikên hatin qetilkirin dîtin. Çawa ku di sala 2015’an de bi hezaran çete êrişî Kobanê kirin û ciwanên Kurd berxwedaneke mezin nîşan dan, berxwedan jî bi heman biryardariyê didome. Divê Tirkiye çeteyên ku şandiye Rojava vekişîne. Çi ji gelê Kurd dixwazin? Heta ku Rojava rizgar nebe em ê dest ji berxwedana xwe bernedin. Em hêvî dikin ku her kes li hemberî vê hovîtiyê li ser sînor nobedê bigire. Îro em li Pirsûsê ne. Ez kesên li ber xwe didin û bi rêzdarî silav dikim."