'Di destê wan de ne çek wênekêş hebû'

  • 09:03 29 Kanûn 2024
  • Rojane
   
Arjîn Yuksekbag
 
ENQERE - Rojnameger Ceren Bayara da zanîn ku destê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ne çek wênekêş hebû û bi vî awayî hatine qetilkirin. Rojnameger Ceren Bayar daxuyakirin ku li welatên ku demokrasî ne xurt be rojnameger hedef tên girtin.
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di êrişa SÎHA ya aydê Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Li seranserê cîhanê bertekên li dijî qetilkirina rojnamegeran didome û li Tirkiyeyê jî kedkarên çapemeniyê yên daketin qadan hatin binçavkirin. Li seranserê welat 48 rojnameger girtîne. Li gorî daneyên dawî Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê de nav 180 welatî de di rêza 158’emîn de cih digire. 
 
Kedkarên çapemeniyê ji bo heqîqetê bigihînin gel bedelên mezin didin, ji paşerojê heta îro dibin hedefa zîhniyeta kujer û dewletê. Ji ber naxwazin şerê qirêj derkeve holê rojnamegeran dikin hedef. Rojnameger Ceren Bayar der barê zext û êrişên li ser rojnamegeran de axivî û banga sekn û hişmendiyek hevpar kir.
 
‘Ya esas girtina ewlehiya sivîlan e’
 
Ceren Bayar daxuyakirin ku rojnamegerên ku bi canê xwe hewl didin berpirsyariya xwe bînin cih, divê nebin hedefa bombe û guleyan û wiha got: “Hawirên pevçûnan de divê ewil ewlehiya canê sivîlan bê girtin û tu car sivîl neyên hedef girtin. Li herêmê kaosek cidî heye û pirsgirêka ewlehiya can heye. Divê li Fîlîstînê jî Sûriyeyê jî Ukraynayê jî mafê mirovan li ber çavan bê girtin."
 
‘Divê rojnameger nebin hedefa bombeyan’
 
Ceren Bayar destnîşan kir ku qetilkirina rojnamegeran di asta niha ya li welat de bi fikare û wiha domand: “Rojnamegerên bi canên xwe hewl didin heqîqetê bigihînin gel divê nebin hedefa bombe û guleyan. Destê Cîhan û Nazim de çek tunebû. Wênekêş hebû. Bi vî awayî hatin qetilkirin. Ev jî fikaran zêde dike. Ji paşerojê heta niha rojnameger hedef hatin girtin. Salên 90’î de rojnameger hedef hatin girtin. Ev ne tiştekî nûye. Li Tirkiyeyê rojnameger pir zêde dibin tehîda darazê de ne jî. Lê rojnamegrî her tim hebû. Wê her tim jî hebe.”
 
‘Daxuyaniyên hatine dayîn ne hinceta girtinê ne’
 
Ceren Bayar di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li pêş meş, civînên wekê  azadiya fikr û ramanê astengiyên mezin hene û wiha bi lêv kir: “Em di pêvajoyek ku mafê destura bingehîn tê astengkirin de derbas dibin. Lê îtîraz, rexne û fikrên cuda welat pêş ve dibin.  Daxuyaniyên tên dayîn  ne hinceta girtinê ne. Rojnamegerên mirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan protesto kirin hatin girtin.”
 
Ceren Bayar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rojanemgeran û rêxistinên pîşeyî kir û got divê rojnameger, parêzvanên maf ligel hev bin û bêyî cudakarî bê kirin mafên rojnamegeran bê parastin û sekn û hişmendiyek hevpar bê avakirin.

Etîketan:

jinnews Rojava kurdistan