‘Divê em ji bo Kobanê têbikoşin’

  • 09:05 29 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Endama ESP PM’ê Beycan Taşkiran ku tevl çalakiya nobetê ya li sînorê Pirsûs-Kobanê bû da zanîn ku ew hêzeke ku di şoreşa Rojava cih digirine û got: “Divê em ji vê rewşa fikarbûnê derkevin û ji bo Kobanê têbikoşin.”
 
Heyeti Tehrir el-Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên hegemon di 8’ê Kanûnê de  hikûmeta Şamê xist û piştî vê di serî de Sûriye li Rojhilata Navîn nezelalî didome. Tirkiye û komên girêdayê wê yên paramîlîter ev wek derfet dîtin û li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin. Herî dawî 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê SÎHA’yê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin.
 
Li dijî êrîşan di 23’yê Kanûnê de li navçeya Pirsûs a Rihayê ku sînorê wê bi Kobanê re heye çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakî di roja 6’an de didome. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran der barê mijarê de axivî.
 
Serkeftina Kobanê
 
Beycan Taşkiran balkişand ser geşedanên sala 2014’an de hatin jiyîn û got: “Li Afrîkayê wê demê serhildan hebû. Heman demê de destpêka pêvajoya şoreşa Rojava bû. Ji bo mirovahiyê gelan defertek guherîn û azadiyê derket holê.Vê şoreşê bandor li Kuridstan û cîhanê kir. Kobanê bi ser ket. Bi seferberiyek mezin a hêzên şoreşger hat bidestxistin. Niha bêdengiyek heye. Bêguman têkoşînek û bang hene. Lê wek tevgereke yekbûyî û seferberiyê nehatine gel hev. Ev rîsk û nakokiyek mezine.”
 
‘Dewleta Tirk li alî sermayeya şer e’
 
Beycan Taşkiran got ew ne hêzek piştevaniyê ne ew hêzeke di şoreşa Rojava de cih digirine û wiha bi lêv kir: “Em li ser axa ku şoreşger şehîd ketine ne. Em behsa cihekî ku şoreşa Rojava re têkilî daniye û bûye yek dikin. Rojava ne tenê Rojava ye, Rojava pêşeroja tevgera azad a jinan, a tevgera karkeran a Tirkiyeyê ye. Tirkiye gelan di bin sînorê birçîbûnê de mahkumê 22 hezar TL dike. Butçeya gel ji şer re tê veqetandin. Tirkiye ne li alî wekhevî li alî sermayê ye. Li alî sermayeya şer e. Gel li dijî vê bibin wê biserkevin. Divê ji bo pêşerojê  têkoşîn bê dayîn. Divê em ji vê rewşa fikarbûnê derkevin û ji bo Kobanê têbikoşin.”
 

Etîketan:

jinnews Rojava kurdistan