Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê hat avakirin
- 12:22 1 Çile 2025
- Rojane
AMED - Ji bo xebatên jinan bi awayekî rêxistinkirî bê meşandin, avakirina Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê ji aliyê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar ve hate ragihandin.
Meclisa Jinan a Şaredariya Peyasê, jinên ku di beşên cihê yên şaredariyê de dixebitin wê tê de kom bibin, beşdariya rêveberiyên herêmî zêde bikin û ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî bixebitin, avakirina xwe ragihand. Daxuyaniya avakirinê bi beşdariya Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, xebatkarên Gerînendetiya Jinan, Endamên Meclîsê û xebatkarên jin ên şaredariyê ve hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de Hevşaredar Bêrîvan Guşlen Sîncar wiha got: “Meclîsa jinan ji bo jin di jiyana civakî, aborî, çandî û siyasî de bibandor bike, dê xebatan bimeşîne. Ji bo ku xizmetên şaredariyê li gorî pêdiviyên jinan bê bi rêxistinkirin, dê pêşniyaran pêşkêş bike. Ji bo jinan dike armanc ku projeyên civakî û polîtîkayên li dijî tundiya li ser jinê pêş bixe û butçeya şaredariyê di warê wekheviya zayendî de binirxîne."
Piştî daxuyaniyê bi kêf û şahî avakirina Meclîsa Jinan bi hev re pîroz kirin.