RAJÊ girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan şermezar kir

  • 21:47 1 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - RAJÊ bi daxuyaniyekê biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan û saziyên jinan ku li bajarê Silêmaniyê xebatên xwe dimeşandin, bi tundî şermezar kir û bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinê kir ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.
 
Ragihandina Jinên Êzidî (RAJÊ) têkildarî biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyanî ku produksiyona çêkirina bernameyan a ji bo JIN TV’yê û Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye daxuyaniyek nivîskî weşand û piştgiriya xwe ji bo sazî û dezgehên jinan ragihand.
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ev biryara derhiqûqî demildest were betalkirin û bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinên jin hat kirin ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di roja dawî ya sala 2024’an de asayîşa Silêmaniyê bêyî nîşandayîna biryareke hiqûqî bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye de girt û her çar sazî û rêxistinên ku bi kar û xebatên xwe dibûn deng û rengê jinan, bi darê zorê girt.”
 
Banga xwedî derketinê
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser vê esasî wek ragihandina azad a jinên êzidî em ê li ser şopa Gurbetellî, Nagîhan, Nûjiyan, Gulistan, Hêro û Cîhanan her li dû heqîqetê bin, her bibin dengê jin û civakê û her derê kiryarên zihniyeta qirêj teşhîr bikin. Em biryara girtina sazî û rêxistinên jinan bi tundî şermezar dikin û divê demildest ev biryara derqanûnî were betelkirin. Careke din em bang li hemû jinan bi taybetî sazî û dezgehên ragihandinên jin dikin ku xwedî li deng û heqîqeta xwe derkevin.”