'Em dixwazin Sûriyeya nû bi îradeya jinê ava bikin'

  • 09:08 6 Çile 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îbtîşam Hisên diyar kir ku destkeftiyên jinan li tevahî Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xeteriyê de ne û got: “Ji bo yekitiya di navbera jinan de pêk were, dixebitin. Em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin. Em dixwazin Sûriyeyeke nû bi deng, soz û îradeya jinan ava bikin, lewma em bibin yek."
 
Rejîma Baasê ya 61 salî, piştî êrişên HTŞ û hêzên hegemonîk ên ku dixwestin li herêmê parekê bi dest bixin, hilweşiya. Di dema ku Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Sûriye, bi hilweşîna rejîma Baas re ket nava nezelaliyê, HTŞ’ê li Şamê hikûmeteke demkî ragihand. Di dema ku ji ber vê kaos û krîzê qadên jiyanê yên jinan tên tengkirin, jin jî li gelek qadan li dijî tunehesibandinê têkoşîna xwe didomînin.
 
Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Îbtîşam Hisên têkildarî rewşa jinan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Avakirina jiyaneke nû 
 
Îbtîşam Hisên, diyar kir ku di şoreşa Rojava de jin roleke pêşeng lîstin û got, beriya şoreşê jî hewl dihat dayîn ku jin bi vîna xwe bingehê têkoşînê biafirînin û jiyana xwe bidomînin û wiha bi lêv kir: “Beriya şoreşê bi sedan jin ji bo jiyana azad derketine çiyê û bedelên mezin dan. Bi têkoşîna azadiyê ya 40 salan re jin bûne xwedî destkeftiyên xwe. Ev destkeftî bûn bingehê avakirina jiyaneke nû li Rojava. Têkoşîna azadiya jinê li vir bi hembêzkirina gelên din re rê li ber avabûneke nû vekir. Ev hembêz ne tenê di qada çapemenî, tenduristî, perwerdehî, dîplomasî, siyasî û leşkerî de pêk hat,  jinan rolên mezin girt ser xwe." 
 
Serhildana jinên Rojava
 
Îbtîşam Hisen, da zanîn ku îlhama jinan a li Rojava ji bo jinên cîhanê bû mînak û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi îlhama ku ji şoreşa Rojava hatiye wergirtin, li Rojhilat serhildana jinan derket holê. Ev pir girîng e. Şoreşa jinê bandoreke mezin li hemû cîhanê kir. Pergala ku li Rojava ji aliyê jinan ve hatiye afirandin ji jinên welatên din re mînak girtin û li ser vê bingehê hewl dan xwe bi rêxistin bikin.”
 
Cihê jinan di hikûmeta demkî de
 
Îbtîşam Hisên anî ziman ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şert û mercên zehmet de dijîn, lê ji rêxistinbûna xwe tawîzê nadin û wiha got: “Bi şoreşa Rojava re me dît ku jinan çawa qadên jiyana azad afirandin. Em dibînin ku di hikûmeta demkî ya ku HTŞ'ê niha ava kiriye de cih nagirin. Niha li Sûriyê hewl didin olê weke amûreke siyasî bikar bînin. Hikûmeta nû dixwaze destkeftiyên jinan paşguh bike. Berdêla ku jinan 13 sal in daye diyar e. Ji ber vê yekê divê tu kes çavên xwe ji destkeftiyên jinan re negire."
 
'Em bibin yek'
 
Îbtîşam Hisen da zanîn ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bendên koletiyê şikandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin jin careke din bi bendeyên koletiyê ve girêbidin. Em niha êrişên li dijî elewiyan dibînin. Ev komkujî îro li dijî Elewiyan tê kirin. Lê sibê dora me tê. Çawa ku El Nûsra qetlîaman dikir, îro jî hikûmeta nû vê dike. Dixwazin li ser jinan formasyonên xwe çêbikin. Ji ber ku dizanin wê bi jina azad re jiyana azad bê afirandin. Eger ev hikûmeta nû bi vî rengî bidome, ev nayê qebûlkirin. Jin niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe didomînin. Ji bo yekitiya di navbera jinan de pêk were dixebitin. Em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin. Em dixwazin Sûriyeyeke nû bi deng, soz û vîna jinan ava bikin, ji ber vê yekê em bibin yek."