Akdenîz li dijî xespkirinê di nobedê de ye
- 14:14 24 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Di çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin de çalakvanan gotin ku heta sepana tayînkirina qeyûman bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin, di roja 15’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Em êrişên ser gelê sivîl ên li Rojava şermezar dikin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” û lolîpopên “Em rê nadin qeyûm”, “Rêzê ji îradeyê re bigirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Hilbijartî îradeya me ne” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di daxuyaniyê de got ku ew xespa qeyûm qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome.” Esen, bertek nîşanî dorpêça polîsan a li ser Şaredariya Akdenîzê da û got ku heta qeyûm diçe dê li pêşiya şaredariyê têbikoşin.
'Em serî natewînin'
Dayika Aştiyê Raziye Soner jî anî ziman ku dê têkoşîna wan li dijî qeyûman û êrişan bidome. Raziye Soner, destnîşan kir ku ew xespkirina îradeyê qebûl nakin. Raziye Soner, bertek nîşanî sewqkirina Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz a ji Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê yaji bo Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê da û got: “Em xelas nabin.”
Raziya Soner, bang li polîsan jî kir û wiha got: “Serê me dayikan her tim bilind e. Me dizî nekiriye. Me bi îradeya xwe şaredarî bi dest xist. Em li pey îradeya xwe ne. Em li gel zarokên xwe ne. Heta dawiyê em ê têbikoşin.”
Nobet, bi çalakiya rûniştinê domiya.