Ji 50 welatan nameya 650 jinan: Rêveberiya Xweser nas bikin

  • 14:55 28 Çile 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 50 welatan 650 jinênku akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamger û nivîskar di nav wan de hebûn; nameyek ji saziyên navneteweyî re şandin, xwestin Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê binasin.
 
Ji 50 welatan saziyên jinan jî di nav de 650 jinên siyasetmedarên navdar, akademîsyen, hunermend, sendîkavan, aktivîstên mafên mirovan, ji saziyên navneteweyî re name şandin û xwstin Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhihatê Sûriyeyê nas bikin.
 
Name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Dîrektora Îcrayê yê UN Women Sima Samî Bahous, Seroka Parlamentoya Ewropayê, Roberta Metsola, Serokê Konseya Ewropayê António Luís Santos da Costa û Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereb, Ahmed Aboul Gheit re hatin şandin.
 
‘Jinan jiyana nû afirand’
 
Di nameyê de wiha hat gotin:
 
“Li Sûriyeyê piştî ku rejîma Esed 8’ê Kanûna 2024’an bi dawî bû, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û civaka demokratîk derfetên xwezayî çêbûne. Divê civak di vê pêvajoyê de xwe ava bike û bi pêş bixe. Bi heman rengî divê li Sûriyeyê jin jî tevli vê pêvajoya avakirinê bibin û bi îradeya xwe teşe bidin siyasetê û hemû warên jiyanê. Li dijî rejîma zextê ya Beasê, bi berxwedana gel, 10 sal in şerekî navxweyî heye. Di vê pêvajoyê de gel, rastî sûcên mezin ên rêxistinên weke DAIŞ’ê hatin. Her wiha bi vê yekê re êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk jî bi awayê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike domiyan. Gelê Kurd li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji sala 2012’an ve heta niha modela rêveberiya xweser a ku xwe dispêre azadiya jinan, ekolojî û demokrasiyê ava kirin. Jin di vê pergalê de roleke girîng lîstin, di hemû warên civakî û siyasî de cihê xwe girtin. Ji bo parastina xwe û jiyana her kesê, xwe bi rêxistin kirin. Bi Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), YPG û SDF’ê re li dijî DAIŞ’ê şer kirin û gelek bajaran ji bin dagirkeriya çeteyan rizgar kirin. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeya ku xwedî gelek reng, bawerî û neteweyan e; modela jiyana demokratîk, Konvederalîzma Demokratîk ava kirin. Ev model ji bo avakirina Sûriyeya nû dikare bibe mînak.
 
‘Jinan li dijî êrîşan xwe bi rêxistin kirin’
 
Jinên li Sûriyeyê, li dijî êrîşên li ser jinan, civakê xwe bi rêxistin kirin. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê, avakirina civaka demokratîk, rastî û edaletê bi biryar in têbikoşin. Ji ber vê yekê 22’yê Kanûna 2024’an Meclisa Jinan A Sûriyeyê, li ser ji nûveavakirina Sûriyeyê deklerasyonek pêşkêş kir. Jinên ji nijad, ol û çandên cuda hatin ba hev û xwestin jin û hemû aliyên civakê, bi awayê çalak tevli pêvajoyên siyasî bibin.
 
‘Bila Rêveberiya Xweser were naskirin’
 
Em piştgirî didin 13 madeyên ku ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê ve hatine diyarkirin. Em armancên ji bo beşdariya jinan di avakirina Sûriyeya nû de girîng dibînin. Her wiha divê ku Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tevli (DAANES) pêvajoya heyî bibe û were naskirin. Ev yek ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê şert e. Em bang li civaka navneteweyî û aktorên siyasî dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê (DAANES) bi fermî nas bikin, rasterast piştigiriyê bidin saziyên civaka sivîl ên li vê herêmê û hevkariyên demdirêj bikin. Li cihê komên cîhadîst ên ku bîrdozî û pratîka wan tenê biçûkxistina jinan û zexta li ser wan; divê piştgiriyê bidin rêxistinên jinan ên demokratîk û civaka sivîl.
 
Her wiha divê demildest sewqiyeta çekan a ji bo Tirkiyeyê û piştgiriya siyasî were sekinandin. Bihêzkirina têkiliyên dîplomatîk bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re, di heman demê de dê dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bîne û avakirina Sûriyeya demokratîk pêkan be. Niha weke DAANES dem hatiye ku piştgirî ji hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn re were dayîn û li ba jinên ku li Sûriyeyê ji bo azadî, aştî û demokrasiyê têdikoşin cihê xwe bigrin.”