Li Amedê komplo bi meşekê hat protestokirin

  • 16:08 15 Sibat 2025
  • Rojane
AMED - Halî Turkoglu di daxuyaniya der barê salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de axivî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsigrêkên Rojhilata Navîn, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nÎşan da û got: “Hêzên komploger 26 sal berê  15’ê sibatê veguhertin ‘roja reş’. Lê êdî divê em vê rojê bikin roja azadiyê. Werin em bi hev re kolan û qadan tije bikin û azadiya Birêz Ocalan biqîrin. Divê 15’ê Sibatê di şexsê Birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”
 
Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş pêk hat. Girseya li Qada Deriyê çiyê hatin gel hev heta Mizgefta Mezin meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan azadî" , " Berxwedan jiyane" , "Wan, Colemerg, Sêrt, Merdin", "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin.
 
Li ber Mizgefta Mezin daxuyanî hat dayîn.
 
‘Pêvajoyeke wisa dibe?’
 
Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn axivî û pêvajoya tê jiyîn wek ‘kumpasa darazê’ bin av kir û got: “Ev gel wê destur nede dijminên xwe. Hûnê îradeya gel xesp bikin û bêjin ‘deng nekin’. Tiştekî wisa ne pêkane. Gelê Kurd wê tu carê ji siyaseta demokratîk tawîzê nede. Behsa pêvajoya çareseriyê dikin lê li aliyê din jî îradeya gel xesp dikin. Tecrîdê ranakin. Hûn dixwazin vê pêvajoyê xera bikin. Wê nepirsin; Ev jiyanek wekhev a çawaye? Ma pêvajoyeke wisa dibe?
 
‘Ev welat demokratîk nabe’ 
 
Halîde Turkoglu jî bi şermezarkirina komployê dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ev roj heman demê de roja têkoşînê ye. Tevî Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye ev komplo vala derxistiye. Bi tecrîda li ser birêz Ocalan dixwazin têkoşîna gelan tune bikin.” 
Halîde Turkolgu balkişand ser qeyûmê ku tayînê şaredariya bajarê mezin yê Wanê hatiye kirin û got ev hiqûqa dijminahiyê ye û wiha got: “Em li aliyekî komployê şermezar dikin û heman demÊ de jî qeyûman şermezar dikin. Em vê qebûl nakin. Ev desthilatdarî dibêje çarserî û li aliyê din jî polîtîkayên înkar û îmhayê dide meşandin. Ev welat demokratîk nabe.”
 
Em serî natewînin
 
Halîde Turkoglu wiha got: “Em ê tecrîdê bişkînin. Em bi israrin. Em serî natewînin.  Aştî û azadî nikare bê terorîzekirin. Tu kes nikare êrîş bike. Hêzên komploger 26 sal berê  15’ê sibatê veguhertin ‘roja reş’. Lê êdî divê em vê rojê bikin roja azadiyê. Werin em bi hev re kolan û qadan tije bikin û azadiya Birêz Ocalan biqîrin. Divê 15’ê Sibatê di şexsê Birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz metna daxuyaniyê xwend û  got bandora komployê didome û wiha axivî: “Ji ber ku birêz Ocalan li dijî tecrîda giran girtîgeh û girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û sekna sedsalane nîşan da. Ev biryarbûn û sekn nîşan dide ku Komploya Navneteweyî neguhiştiye armanca xwe. Divê neyê jibîrkirin ku aştî û çareseriya ku birêz Ocalan dixwaze bi pêş bixe di heman demê de têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo strateji û tifaqa dîrokî ya gelan têdikoşe divê demildest azad bibe û divê bingeha muzakereyên demokratîk bên avakirin. Werin em bi hev re qad û kolanan tije bikin û azadiya birêz Ocalan bixwazin. Di salvegera 26’emîn a komployê de divê êdî 15’ê sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”
 
Çalakiya rûniştinê piştî axaftinan bi dawî bû.