
Ji Komeleya Nivîskaran ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang
- 16:09 16 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Nivîskarên Îranê ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn, bang kir.
Komeleya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê xwest ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe, Pexşan û Şerîfe hatî birîn, bên rawestandin.
Daxuyaniya nivîskara wiha ye, “Ji serdema rejîma şoreşa Îranê ve, rejîm cenazeyan dişîne gorên bê navnîşan û ev cezayê tirsnak hîn jî ranewestiyaye. Em banga rawestandina cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn dikin. Pexşan, Werîşe û Şerîfe li dadgehek ne dadperwerane hatin dadgehkirin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin.”