Li Kopenhagê hevdîtina gel

  • 21:50 23 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Kopenhagê bi tevlîbûna siyasetmedar, rojnameger û nivîskaran hevdîtina gel hat lidarxistin.
 
Li paytexta Kopenhag a Danîmarkayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka û Meclîsa Jinê ya Sêvê di çaroveya geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hevdîtina gel li dar xist. Rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar û bi sedan Kurdistanî tevlî hevdîtinê bûn.
 
Di hevdîtina gel de siyasetmedar Îdrîsa Balûken axivî û anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah rêberekî ku dikare stratejiyeke ku wê li ser maseyê bi ser bikeve bi serkeftî pêk bîne û di vê wateyê de ewlehiya gelê xwe gelekî girîng diparêze.
 
Îdrîs Bûlen diyar kir ku ew di serdemek gîrîng re derbas dibin û got: “Ji her demê bêhtir pêdivî bi piştevaniya bi Tevgera Azadiya Kurd, siyaseta Kurd û Rêber Apo heye. Di pêvajoyek bi vî rengî tije rîsk û berpirsyarî de, pêwîste her kes bi awayek aktîf cih bigre û ji bo aştiyê bi hemû hêza xwe bixebite.”