
YJK-S: Em ji bihara guhertinê re amade ne!
- 21:24 1 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurd ên li Swîsreyê (YJK-S) destnîşan kir ku 8’ê Adarê bi hişmendiya xwebûnê roja afirandin û têkoşînê ye û wiha hate gotin: “Em ji bihara guhertin û veguherîna demokratîk re amade ne.”
Dema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe Yekîtiya Jinên Kurd ên li Swîsreyê (YJK-S) ku rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Swîsreyê ye, amadekariyên 8’ê Adarê temam kir.
Di daxuyaniya li ser navê YJK-S’ê de wiha hate gotin; “8’ê Adarê îsal wê bibe serdema ku jin mohra xwe li sedsalê bixin û torên xwe yên têkoşîn û rêxistinbûnê ava bikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em di wê îdiayê de ne ku ji cihî û komunê destpê bikin û têkoşîna xwe ya Xwebûnê bikin karekterê sereke ya civaka azad. Hêza Rêber Apo ya xwendin û analîzkirina serdemê, ji bo gelan mizginiyekî zayinê dide. Em jin dibînin ku li gel hêza bedewkirina demokrasî û azadiyê, pêwîstiya pêvajoya têkoşînê ya xurt çêbûye. Em pir baş dizanin ku zayîn bêyî êş çênabin. Derbaskirina zayend û civaka tengezar û qetandina cilê dînan ku kirine ber me, kêlî bi kêlî bi ruhê têkoşînê ya ku em pêş bixin re girêdayî ye. Em vê 8’ê Adarê wekî jinên li Swîsreyê dijîn, ji bihara guhertin û veguherîna demokratîk re amade ne! 8’ê Adara îsal roja têkoşîn û afirandinê ya bi hişmendiya xwebûnê ye! Bijî 8’ê Adarê, Jin, Jiyan, Azadî!”
Bi wesîleya 8’ê Adarê wê li Swîsreyê meş, mitîng, panel, semîner, pêşandina film û atolyeyên perwerdehiyê bên lidarxistin.