Kongra Star: Li dijî komkujiyan deng û rengê xwe bikin yek

  • 12:07 10 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê careke din şer bê gurkirin û bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku li dijî komkujiyan dengê xwe bikin yek.
 
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî elewiyan tê kirin, şermezar kir.
 
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi amadebûna endam û nûnerên tevger û rêxistinên jinan û partiyên siyasî hat xwendin.
 
Rêvebera Meclisa Kongra Star a kantona Cizîrê Îbtîsam El Hisên bi zimanê kurdî û endamê Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Sefa Sultan ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev çend roj in ji aliyê endamên HTŞ’ê ve û di bin çavderiya komên tundrew de li bajarên Sûriyeyê ên wekî Lazqiye, Humûs, Tartûs ên ku piranî elewî lê dijîn, li ser jin, zarok û gelan qetlîamanan pêk tînin û nêzikatî û zordariyeke hovane ya ji derveyî mirovahiyê tê kirin.
 
Bi taybet di meha rojiyê de û li ser civaka bêparastin qetlîam û îşkenceyên pêk anîn, ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin û derveyî mirovahiyê ye.”
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bi van nêzikatiyan dixwazin Sûriyeyê careke din bixin nav alozî, şer û pevçûnan û dixwazin îqtîdara xwe xurt bikin û hewl didin çavên civaka Sûriyeyê bitirsînin da ku aştî, azadî û wekheviyê nexwazin û serî ranekin. Ji ber ku zîhniyeta wan li dijî azadî, wekhevî, xwişk û biratiyê ye. Di heman demê de li dijî jiyana jinan xuya dike.
 
Ji bo vê jî divê hemû hêzên demokratîk, hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên peywendîdar li hemberî van pêkanînan bê deng nemînin û bibin xwedî helwest. Rêveberiya Şamê ya ku dijminê baweriyên cuda, jin û zarokan, nikare ji civaka Sûriyeyê re siberojeke ewle û sîstemekî wekhev û azad ava bike.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Em bangî hemû jinên cîhanê dikin ku em dengê xwe û têkoşîna xwe li hemberî van qetlîaman bilindtir bikin û raya giştî agahdar bikin. Bi hêz, aqil û hestên jinan li hemberî şerê îqtîdar û zîhniyeta cîhadîstan banga berxwedan û têkoşînê bikin. Dîsa em bangî hemû jinên Sûriyeyê dikin ku li dijî komkujiyan deng û rengê xwe bikin yek.”