
SOHR: Hejmara sivîlên hatin qetilkirin bû 973 kes
- 12:37 10 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 6'ê Adarê û vir ve li rojavayê Sûriyeyê 973 Elewiyên sivîl hatin qetilkirin.
SOHR ku li Sûriyeyê xwedî toreke berfireh a çavkaniyan e, bal kişand ser 'operasyonên paqijiya etnîkî û înfazên bêdaraz' ên ji aliyê komên çekdar ên Şamê ve têne kirin û ragihand ku heta niha 973 kes hatin qetilkirin ku di nav de zarok û jin jî hebûn.
Li gorî SOHR'ê, ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên Elewiyan herî kêm 481 kes hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî, Washington û paytextên din komkujî şermezar kirin û bang li rayedarên Şamê kirin ku dawî li kuştina mirovan bînin.