‘Li dijî komkujiyan em tifaqa xwe ava bikin’

  • 13:49 16 Adar 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Nûner û rêveberên DBP, DEM Partî û TJA, di salvegera 37emîn komkujiya Helebceyê de meşeke girseyî li dar xist. Nûneran komkujî şermezar kirin û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri anî ziman ku Helepçe êşa gelê kurd e.
 
Di 37'emîn salvegara komkujiya Helebceyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî meşeke girseyî pêk anîn. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlîbûna sazî û rêxistinên sivîl ên Şirnexê û parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li ber avahiya DEM Partiya ya Cizîrê kom bûn û heta Qada Dortyolê ya Cizîrê meşiyan. Girseyê pankarta li ser, “Em komkujiya Helepceyê şermezar dikin” dinivîsî vekirin û heta Qada Dortyolê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gelê Kurd” berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partî yê Cizîrê Yilmaz Sanri axivî û got: “Rejîma Baas ji bo daxwaza azadiya Kurdan têk bibe bi çekên kîmyewî jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes kuştin. Helebce ne tenê navê bajarekî ye di heman deme de êşa gelê Kurd e. Em tu car ve komkujiyê ji bîr nakin.”
 
‘Li dijî komkujiyan em tifaqa xwe ava bikin’
 
Piştre jî parlamenterê DEM Partî Mehmet Zeki Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku ew komkujiya Helepcê tu car ji bîr nakin û got: “Gelê Kurd gelek caran di komkujiyên wisa re derbasbûne. Li her çar aliyen Kurdistanê komkujiyên bi vî rengî pêk hatine. Rejîma Baas ji bo ku serhildana gelê Kurd têk bibe komkujiyeke mezin pêk anî. Em dewletên ku bêdeng mane ji jî bir nakin. Li hemberî van komkujiyan gelê Kurd her tim li ber xwe da ye. Ji bo pêşi li van komkujiyan bê girtin divê em yekitî û tifaqa xwe pêk bînin. Yên ku ew komkujî pêk anîn taliya talî hatin darvekirin. Ji bo komkujiya Helebcê di qada navneteweyî de weke komkujî bê qebulkirin em ê tebikoşin.”