
Depoyên genim ên Sirînê tên bomberankirin
- 20:58 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Tirkiye û çeteyên girêdayê wê depoyên genim ên li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiye û komên girêdayê wê bi çekên giran depoyên genim ên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê topbaran dikin.
Têkildarî zirarên ji ber topbaranê çêbûne, tu agahî nehatin parvekirin.