
Ji 60 kesî daxuyanî: Divê berpirsyarî bê girtin
- 21:45 16 Adar 2025
- Rojane
ENQERE-60 kes û du saziyan der barê êrîşên li hember Elewiyan a li Sûriyeyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê rayagiştî berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Li dijî komkujiyên li hember Elewiyên bajarên Lazkiye, Tartus, Cebla, Banî û bejahiya Hama û Humusê di 6’ê Adarê de komkujî pêk hat. Di nav de siyastmedar, rojnameger, nivîskar, akademîsyen û hunermend jî hene 60 kes û du saziyan metnek daxuyaniyê ya hevpar weşandin.
Di metna daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê li dijî rayagiştî li dijî komkujiyan berpirsyariyê bigirin ser xwe û wiha hate gotin: “Divê civaka global bertekên xwe bi aşkera nîşan bidin û divê bang li rêveberên xwe bikin ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Divê bang û zorê bikin ku berpirsên komkujiyên bên cezakirin û pêşî li terora cîhadê bê girtin.”
Kesên îmzeya wan li bin metna daxuyaniyê hene wihane: hewldana Azadiya Fikr û Ramanê ya Enqereyê, Hewldana Li dijî Sûc Fikr û Raman, Ahmet Dogan, Akin Atauz, Akin Bîrdal, Alî Ekber Kaypakkaya, Alî Gokkaya, Altan Açikdîllî, Attîla Tuygan, Aysel Baytdar, Azîz Çelîk, Babur Pinar, Bager Oguz Atay, Baskin Oran, Cengîz Aktar, Dogan Ozguden, Erdal Dogan, Ergun Babahan, Erol Ercan, Fatîme Akalin, Fatîh Kanat,Feyzullah Tunç, Fikret Başkaya, Gazî Eke, Gungor Şenkal,Gurhan Ertur, Haldun Açıksozlu, Halîl Kurt, Halîl Savda, Hîcrî Îzgoren, Hovsep Hayrenî, Huseyîn Demîr, Îbrahîm Seven, Încî Tugsavul, Îsmaîl Beşîkçî, Lutfî Golpunar, Mîhaîl Vasîlîadîs, Mustafa Karataş, Necatî Abay, Nezîha Ercan, Nurten Kirmizigul, Ozcan Soysal, Ozgur Başkaya, Pinar Omeroglu, Ragip Zarakolu, Ramazan Gezgîn, Recep Maraşli, Saît Çetînoglu, Savaş Yilmaz, Selahattîn Koçak, Sîbel Ozbudun, Şaban Îba, Şanar Yurdatapan, Şukriye Ercan, Temel Demîrer, Vedat Taşkin, Veysî Sarisozen, Vîkî Çîprut, Yaşar Kuçukaslan, Yildiz Aydin, Ziya Halîs.”