
Laura Castel: Bang dîrokî ye divê hikûmet gavê bavêje
- 09:03 17 Adar 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Eweropayê der barê banga ku Abdullah Ocalan de kiriye axivî û da zanîn ku ji bo çareseriyê gavek dîrokî ye û divê Tirkiye şert û mercên muzakereyê ava bike.
Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir hîna deng dide û DEM partî hevdîtinên xwe yên bi civakê û aliyên siyasî re didomîne. Tevî evqas dem derbas bû hîna desthilatdariyê gavek şênber navêtiye.
Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Eweropayê û Endama Meclîsa Nûner ya Ispanyayê Senatora Kaltan, Laura Caster Fort der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Ji bo çareseriyê gavek dîrokî ye’
Laura Castel da zanîn ku Katalonyayê ev gava dîrokî erênî nirxandiye û got: “Em erênî li vê gavê dinêrin. Ev bangek bi nirx û girîng e. Ev dikare hikûmeta Tirk ji bo aştiyê bike tevgerê. Li gorî min banga Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk gavek girîng e.”
‘Divê hikûmeta Tirk êdî gavê bavêje’
Laura Castel destnîşan kir ku tevî bangê gavek şênber nehatiye avêtin tecrîd didome û wiha anî ziman: “Divê êdî hikûmeta Tirk tiştekî bike. Ji ber dem hatiye ku hikûmeta Tirk gavên demokratîk bavêje. Encax bi vî awayî dikare hawirek demokratîk bê avakirin. Em der barê pêvajoyê de bi hêvî ne. Ev hemû di encama têkoşînê de pêş ketine. Bawer im yekem car bi dewleta Tirk re tevgerek heye. Belê vê carê hinek tişt dibin. Bi dehan carî ji aliyê hemû heyetên aştiyê ve ev daxwaz hat kirin. Di encama hemû hewldanan de ev encam hat girtin. Di encama vê de hevdîtin bi Birêz Ocalan re hat kirin.”
Divê gava din çi be?
Laura Castel der barê ku divê gelê Kurd çawa nêzî vê bangê bibe de jî wiha got: “Wek gel hûn pir baş diçin. Hûn bi ser ketin. Li kolanan hûn bi awayekî aştiyane mafên xwe digirin. Ji vir şûnde gava bê avêtin ji bo girtina mafê xwe ye. Ez Katalan im û her tim li alî serxwebûnê bûm. Em jî dixwazin serbixwe bin û bi awayekî aştiyane. Bêguman ev pêvajo zehmet in lê dikare maf di destûra bingehîn de bên nasîn wê gavek xweş be. Divê gelê Kurd ji bo xwe biryarê bide û qedera xwe tayîn bike.”
Divê civaka navneteweyî vê bangê binirxîne
Laura Castel destnîşan kir ku ev bang dikare bandorê li hemû dewletên herêmê û Rojhilata Navîn bike û wiha anî ziman: “Ez tam nikarim bêjim wê çawa bandor bibe lê teqez wê bandora wê hebe. Wê hinek tişt biguherin û hêvîdar im di alî aştiyê de be. Gelek aktorên alîgirên tundiyê hene. Ji ber vê jî hêvîdar im qada navneteweyî vê banga aştiyane baş binirxîne.”
Hûn nikarin li girtîgehê muzakereyê bikin
Laura Castel wiha dawî lê anî: “Ya herî girîng hûn nikarin li girtîgehê muzakereyê bikin. Lê em dibînin ku şertên xwe ferz dikin. Hûn nikarin li girtîgehê muzakereyê bikin. Ji ber şert û merc ne wekhev in. Hêvîdar im di demek kurt de Birêz Ocalan bê berdan.”