Amed ji Newroza mezin re amade ye

  • 11:12 18 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê ku di 21'ê Adarê bê pîrozkirin li avahiya DEM Partiya Amedê daxuyanî da.
 
Komîteya  Amadekar a Newroza  Amedê têkildarî Newroza Amedê ku di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê bê pîrozkirin daxuyanî da. Hevseroka  DEM Partiyê Gulşen Ozer û Hevserokê DBPê Mehmet Şîrîn Gurbuz der barê amadekariya Newrozê de agahî dan.
 
Newroza Amedê îsal dê di 21'ê Adarê de bi pêşengtiya TJA, DEM Partî û DBPê de li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Komîteya Amedekar a Newroza Amedê têkildarî Newroza ku dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê lidarxistin, li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyê dide.
 
Ewil Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û wiha got:  “Heta îro me li gelek navçeyan Newroz pîroz kir. Di wan Newrozan de gel azadiya  Rêzdar Abdullah Ocalan û civaka demokratîk xwest. Di Newroza îsal de gotin û daxwaza me ya sereke dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Em ê bi vê daxwazê bi girseyî û coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Em bawer im em ê hemû astengiyên li pêş kurdan ji holê rakin. Em ê ber bi azadiyê û aştiyek bi rûmet ve bimeşin. Newroza îsal a 2025an Newroza aştî û azadiyê ye. Em Newrozê li çar aliyê Kurdistanê û hemû gelê kurd pîroz dikin. Em ê bi reng û baweriyên xwe Newrozê pîroz bikin.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî der barê amadekariyan de agahî dan û wiha got: “Me piştî pîrozbahiya 8ê Adarê dest bi xebatên Newrozê kirin. Em xebatên xwe bi hemû lezê berdewam dikin.” Gulşen Ozer anî ziman ku amadekariyên wan ên Newrozê ber bi dawî ve diçe û wiha got: “Heta niha li gelek navçe û gundên Amedê agirê Newrozê pêket û Newroz hat pîrozkirin. Ji bo civakeke demokratîk û jiyanek azad em ê Newrozê pîroz bikin. Emê îsal bi ruhê Newroza 2013an û bi hişyariya “Rêbertiya  Azad û Civaka Demokratîk Newrozê pîroz bikin. Em ji niha de Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi bi coşek mezin û tevlêbûneke mezin Newrozê pîroz bikin.”