
MKG'ê ji bo Eylem Babayîgît bang kir
- 11:24 18 Adar 2025
- Rojane
AMED - MKG'ê banga tevlîbûna yekemîn danişîna rojnamegera girtî Eylem Babayîgît ku wê sibe li Edliyeya Stenbolê bê dîtin, kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşîna rojnamegeran hembêz bikin û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) der barê yekemîn rûniştina doza rojnameger Eylem Babayîgît a ji 20'ê Çileyê ve di girtîgehê de ye, wê sibe li Edliyeya Stenbolê bê dîtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em careke din ji bo hemû rojnamegerên ku bi awayekî derhiqûqî tên girtin, bi taybetî jî ji bo hevrêya xwe Eylem Babayîgît bang dikin: Rojnamegerî ne sûc e!
Di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû di 17’ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştre jî di 20'ê Çile de Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Eylem Babayîgît jî bi heman hincetê di 22'ê Çile de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Di çarçoveya lêpirsînê de Ahmet Guneş roja ku îdianameya wî hat amadekirin bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lê belê rojên darizandina Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn hatin diyarkirin; Ji bo Reyhan Hacîoglû, Rahîme Karvar û Vedat Orûç jî biryara bêhiqûqiyê hat dayîn. Ev biryarên keyfî yên bê hiqûqê bûne sedema dirêjkirina dema girtina hevalên me.
Weke rojnameger em dizanin ku ew ji pênûsa me, dengê me û israra me ya nivîsandina rastiyê ditirsin. Dixwazin dengê jinan qut bikin û têkoşîna rojnamegerên jin bêdeng bikin. Lê em ji vir careke din diqîrin: Em li cem Eylem Babayîgît, Necla Demîr, Rahîme Karvar û hemû rojnamegeran in. Ji ber ku em dizanin ku; Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, rojnameger nayên girtin! Em ê heta dawiyê azadiya çapemeniyê, mafê raya giştî ya agahdarkirinê û têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe biparêzin.
Eylem Babayîgît dê 19'ê Adarê roja Çarşemê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. Weke MKG'ê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê rûniştinê bişopînin.
Em careke din destnîşan dikin, rojnameger nayên darizandin, rojnamegerî ne sûc e, divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
Ev bangawazî ji bo hemû raya giştî, di serî de rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî, parêzer û parêzvanên mafên mirovan e. Werin em 19’ê Adarê roja Çarşemê li Edliyeya Stenbolê bin û piştgiriyê bidin hevkara xwe û hemû rojnamegerên girtî."