Agirê Newrozê ji bo azadiyê pê dikeve
- 11:26 18 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji saetên sibehê ve ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadan. Gelê ku bi cil û bergên xwe yên rengîn qadê tijî dike, li dora agirê Newrozê li hev kom dibe bi tilîlî û govendê agirê Newrozê geş dikin.
Li Farqîna Amedê, Agirî, Colemêrg, Silopiya Şirnexê, Qosera Mêrdînê, Dîgora Qersê, Dihêya Sêrtê, Milazgîra Mûşê ji saetên serê sibehê coşa Newrozê dest pê kirê. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengîn qadan tije dikin. Bi tilîlî, dirûşme û govendê Newrozê pîroz dikin.