
'Wê jin hem xwe hem jî civakê azad bikin'
- 09:04 19 Adar 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Aynur Sarica der barê xetereyên ku jin li qadên mîtîngan pê re tên rû hev de nirxandin kir û got: “Dema dibînin jin destê xwe didin hev, fêm dikin ku winda kirine.”
Jinên li her qada jiyanê bi tundî û pêkanînên dijhiqûqî re tên rû hev, qadên mîtîngê jî ji bo wan dibin xetere. Bi taybet di demên dawî de li Wanê tundiya hêzên ewlehiyê ya li hember jinan zêde bûye. Li qadên mîtîngê dema yekitiya jinan dibînin vê wek xetere dibînin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynur Sarica der barê mijarê de axivî.
‘Jin wê hem xwe hem civakê azad bikin’
Aynur Sarica da zanîn ji berê de tundiya mêr a li ser jinan didome û got: “Li hember jinan êrîşek mijara gotinê ye. Li dijî vê bêguman têkoşîna jinan didome. Li hemû qadan di 8’ê Adar, Newreozan û hemû mîtîngan de li hember jinan êrîşên zîhniyeta serdest ya mêr destpê dikin. Ji ber dizanin ku jin l dijî zîhniya serdesta xw eji nûve heyî dikin. Jin dema xwe nû dikin hem xwe hem jî civakê azad dikin. Li dijî vê jî êrîşên li hember jinan zêde dibin.”
‘Qeyûm êrîşî destkeftiyên jinan dikin’
Aynur Sarica meşa jinan a 10’ê Sibatê ya li Wanê bi bîr xist û got hêzên ewlehiyê tundî li jinan kiriye. Aynur Sarica wiha bi lêv kir: “Êrîşên zihniyeta mêr a netewî ya li dijî jinê ku me di meşa ku jinan di bin navê azadiyê de organîze kir û bi wêneyan îspat kir, li vir jî derket holê. Ew hatin binçavkirin û rastî tundî û tacîzê hatin. Me ne tenê şahidî kir, me bi xwe jî dît. Lê tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ji bo sê serdeman ji aliyê civakê û bi taybet jinan ve nayê qebûlkirin. Em vê yekê bi taybetî di aliyê jinan de dibêjin, ji ber ku dema ku qeyûm dest bi wezîfeyê dikin, yekem tişt ew e ku destkeftiyên jinan ji holê rakin."
‘Pêşî li jinan digirin’
Aynur Sarica anî ziman ku xebatên jinan yên 8’ê Adarê jî hatine astengkirin û wiha dirêjî dayê: “Nahêlin em dirûşmeyan biqîrin, rengên xwe eşkere bikin û bi awayekî komî tevbigerin. Zîhniyeta netew-dewletê bi awayekî eşkere rê li ber jinê digire. Naxwazin jin werin cem hev û tiştekî biafirînin. Di 8’ê Adarê de yekem tişta ku derdikeve holê, dorpêçkirina jinan e. Naxwazin civak jî di nava têkiliyê de be. Dema ku em li kolanan belavbûyî ne wekî kom dixebitin jî, sîstem ji her alî ve dorpêça me didomîne. Dema ku dibînin jin bi hev re diaxivin, xwe digihînin hev, bi hev re dixebitin, dibînin ku winda bûne. Ji ber vê yekê pêşî li jinan astengiyên mezin derdixin. Jin tevî astengiyan şûnde gavê navêjin. Em xwe nas dikin, em xwedî dirûşmeya xwe derkevin û em ê azadiya xwe bidest bixin.”
‘Ne tenê dirûşmeyê em felsefeyê li cîhanê belav dikin’
Aynur Sarica dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Li qadên Mîtîngê li hember jinan zîhniyeta qirêj derdikeve holê. Naxwazin jin bi rengên xwe li qadan cih bigirin. 8’ê Adarê de jinan bi hev re dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berzkirin. Lê hewl didin pêşî li vê bigirin. Em jinin em ê jiyana xwe ava bikin û xwe azad bikin. Ne dirûşmeyekê em felsefeyê li cîhanê belav dikin. Li pêş me Newroz heye. Newroz rihê nû ye. Ji bo aştî û azadiyê bar dikeve sre milê jinan. Wê jin hem xwe hem civakê azad bikin.”