Li ODTU’yê coşa Newrozê

  • 22:02 19 Adar 2025
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDK’ê li ODTU’yê agir pêxistin û Newroz pîrozkirin. Ciwanan gotin: “Peyama ji giravê hat ragîhandin ji bo hêzên şoreşger-demokrat bû nexşerê û ji bo gelan bû manîfestoya diçe parastina cewherî û destkeftiyan. Divê hemû hevalên me bibin girdeya civaka demorkatîk û têkoşînê mezin bikin.”
 
Meclîsa Ciwanan Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Zanîngeha Teknîka Rojhilata Navîn (ODTU) hatin gel hev û li qada basketbol a zanîngehê agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana ciwanan’, ‘bijî berxwedana jinan’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Newroz pîroz be’ goveng gerandin.
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de bertek nîşanê binçavkirina şaredariyê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û 105 siyasetmedarî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Peyama ji giravê hat ragîhandin ji bo hêzên şoreşger-demokrat bû nexşerê û ji bo gelan bû manîfestoya diçe parastina cewherî û destkeftiyan. Divê hemû hevalên me bibin girdeya civaka demorkatîk û têkoşînê mezin bikin.”