
Li Geverê agirê Newrozê hat pêxistin
- 23:00 19 Adar 2025
- Rojane
COLEMERG – Li Geverê Newroza ewil bi meşa meşaleyî hat pîrozkirin.
Li Gever a Colemêrgê li taxa Orman agirê ewil yê Newrozê ciwanan pêxist. Ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyanû bê navber dirûşmeyên ’Bê serok jiyan nabe’, ‘bijî serok Apo’ berzkirin.
Ciwanan sirûda ‘çerxa şoreşê’ gotin û li dora agir govend gerandin.
Li bajar bi fîşekên hewayî pîrozbahî didomin.