
Şaredariya Rêya Armûşê xebatên jinan didomîne
- 09:02 22 Nîsan 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay derbarê xebatê jinan yên ji hilbijartinan heta niha meşandin de axivî û got: “Em di esasa daxwazên jinan de soz didin ku gelek projeyên jinan van 5 salan de bikin jiyanê.”
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi rêjeya ji sedî 58.25’ê dengan bû partiya yekemîn û rêveberiya şaredariyê bi dest xist. DEM Partî bidestxistina her 14 şaredariyan serkeftineke mezin bi dest xist. Partiyê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dest bi xebatên xwe kir. Şaredariya Rêya Armûşê tevî ku tenê salek di ser hilbijartinan re derbas bûye, gelek proje ji bo jin û zarokan pêk anî.
Hevşaredara Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê Canan Uzunay derbarê xebatên jin û zarokan de ji ajansa me re axivî.
Canan Uzunay got bi hatina Nîsanê re salek wan tije bûye û wiha vegot: “Me di civîna meclîsê de rapora faliyetê ya salekê derxist. Tayînkirina qeyûman darbeyek li hem ber destkeftiyên jian bû. Jin hatin tunekirin û keda wan nehat dîtin. Dema berê de qadê jiyanê yên hevalên me vekiribûn hatin texrîbkirin û girtin.”
‘Me bi deynekî mezin girt’
Canan Uzunay got şaredariya Rêya Armûşê şaredariya herî mezin a navçeyê ye û ji ber vê bi şanse û got: “Berê jî ji aliyê hevşaredarên me ve gelek proje û xebatên jinan hatin kirin. Dema em nû hatin me şaredarî bi deynekî mezin girt. Salek me tije bû lê hîna em prisgirêkan dijîn. Em derfetên kêm xebatan dimeşînin.”
‘Civîna me erênî derbas bû’
Canan Uzunay xebatên salekê yên jinan nirxand û wiha dirêjî dayê: “Dema em nû hatin me bi xebatkarên jin re civîn kir. me pradîgma xwe vegot. Me got ev derî ji hemû jinan re vekiriye û me got em bi hev re vê pêvajoyê dimeşînin. Civînên me erênî derbas bûn. Piştî civînê me midûriyeta jinan av akir. Me qadên jinan ji nûve xistin jiyanê. Niha li taxa Selîmbey akademiyek me ya zarokan heye. Em ji bo bikin kreş û bikin faliyetê xebatan dimeşînin. Der barê mijarê de xebatên me didomin.”
‘Em ê bîstanên bajar vebikin’
Canan Uzunbay destnîşan kir ku piştî hatine hilbijartin li taxa Hatuniye bîstanê bajar vekirine û got: “Me li ser hezar û 700 metrekareyî qada îstîhdamê afirand. Jin diçin bîstan û sebeze û fêkî hildiberînin. Em dixwazin vê li taxên din jî ava bikin. Bi germbûna hewayê re em projeyên xwe li taxan wê bikin jiyanê.
‘Navenda Jinan a Çil Kezî hat vekirin’
Canan Uzunay wiha bedewam kir: “Me Navenda Şêwirmendiya Jinan a Çil Kezî vekir. Hevalên me yên psîkolog û civaknas li wir dixebitin. Jin dikarin serî lê bidin.Ligel vê me Navenda Jiyanê ya Jin û Ciwanan a Sixkê vekir. Di vê navendê de ji bo jin û zarokan gelek qursên me hene. Me Navenda Jiyanê ya Jinan a Maya ku dem aqeyûman de hatibû girtin ji nûve vekir. Meli TOKÎ’yên Sixkê mala şînê ya jinan vekir. Me katê binî kir mala şînê ya jor jî kir navenda etutê. Bêguman hîna gelek kêmasî hene. Di vê nokteyê de li ser daxwaza jinan wê xebatên me bidomin.”
‘Em ê tadîlata Bazara Keda Jinan pêk bînin’
Canan Uzunay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li TOKÎ’yên Sixkê Bazara Keda Jinan heye û got: “Nêzî 20 jin tezgahên xwe vedikin. Hewcedariya wir bi tadîlatê heye. Jin li wir îstîhdamê dikin. Em ê wir tadîlat bikin û bikin xizmeta jinan. Xebatên me yên ji bo jin û zarokan wê bidomin.”