
Komxebata Stargehên jinan li Wanê dest pê kir
- 11:53 25 Nîsan 2025
- Rojane
WAN - 28'emîn Komxebata Navendî ya Stargehên Jinan û Navendên Piştevaniyê ya Mor Çatiyê li Wanê dest pê kir.
28’emîn Komxebata Navendî ya Stargehên Jinan û Navendên Piştevaniyê ya Mor Çatîyê li Salona Konferansê ya Baroya Wanê ya Tahîr Elçî bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Star dest pê kir. Ji 58 komeleyên jinan gelek jin beşdarî kongreya ku 3 rojan dê berdewam bike bûn.
Di komxebatê de "Ji komxebata dawî heta niha li herêmê çi hatiye kirin?" û mijarên “Weke pêkhateyên Komxebatê em bi hev re li ser rewş û ajandayên xwe nîqaş dikin” dê bên nîqaşkirin.
Sibe jî dê mijarên "Komxebat; Ji bo navend û stargehan divê herî kêm çi bin?" û "Encamên komkirina komxebatê û avakirina komên xebatê" dê bên nîqaşkirin.
Di roja dawî ya rûniştinê de wê jin li ser mijara “Di dema pêş de pirsgirêkên me yên çavkaniyan û pêşeroja me” nîqaş bikin û cih û rojeva “Koxebata Sereke” bê diyarkirin.