Jinên hunermend: Divê mafê hêviyê têkeve meriyetê
- 12:56 5 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên hunermend di peyama ji bo piştevaniya meşa TJA'yê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd de wiha gotin:"Em wekî hunermendên jin ên kurd dibêjin ku; meşa ku ji bo mafê hêvîyê hatîye destpêkirin silav dikin û dibêjin hewce ye mafê hêvîyê ji bo Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan têkeve merîyetê."
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve" di 1'ê Cotmehê de meş da destpêkirin. Meş di roja 5'an de dewam dike. Jinên kurd ên hunermend ji bo piştevaniya bi jinên meşê li dar dixin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek parve kirin.
Di peyamê de wiha hat gotin:"
Em wekî hunermendên jin ên kurd dibêjin ku; meşa ku ji bo mafê hêvîyê hatîye destpêkirin silav dikin û dibêjin hewce ye mafê hêvîyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkeve merîyetê. Em nameya Rêberê Gelê Kurd pîroz dibînin û gotina Rêberê Gelê Kurd a muzakereyê esas digrin û em jî wekî hunermendên jin dibêjin hewce ye pirsgirêka kurd bi muzakareyên demokratîk ve bê çareserkirin. Jinên kurd bi vê meşê ve careke din hêz û cewhera xwe ya lêgerîna xwebûna xwe nîşanê cîhanê dan.
Bijî tekoşîna jinên kurd û cîhanê."